Zanist û teknolojî

Li Adiyamanê fosîla heywanê ji nifşa "Gastropod"ê ye hat dîtin

Midûrê Muzeya Adiyamanê Mehmet Alkan: "Di encama lêkolînên me bir serî da tê fehmkirin ku ev bi qasî 70 milyon salî ye."

Abdullah Tel   | 02.03.2021
Li Adiyamanê fosîla heywanê ji nifşa "Gastropod"ê ye hat dîtin

Adıyaman

 Li Sîncîk a navçeya Adiyamanê fosîla "Gastropod"ê ya tê texmînkirin ku 70 milyon salî ye hat dîtin.

Li gundê Şahkoluyê şivanekî li ser kevirekî şeklekî dît.

Li ser îxbara gundiyan rayedarên Midûriyeta Muzeyê hatin lêkolîn kirin, wêneya şekil kişandin û ji Prof. Dr. Ercan Ozcanê ku Hîndekarê Beşa Endezyariya Jeolojiyê ya Zanîngeha Îstanbul Teknîkê ye ra şandin.

Di encama lêkolînên hatin kirin da derket holê ku ew şeklê li ser kevir hat dîtin fosîla heywanekî ji nifşa "Gastropod"ê (Piyên wan di zikê wan da ye) û piraniya wan di behran da dijîn lê yên di çem û newal li bejayê dijîn jî hene.

Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan der barê mijarê da daxuyanî da û got ku fosîl bi qasî 20 santîmetreyî dirêj e û 7 santîmetre jî fire ye û wiha domand: "Di encama lêkolînên me bir serî da tê fehmkirin ku ev bi qasî 70 milyon salî ye."

Ji şêniyên gund Orhan Korkmaz got ku gundiyên wan jî ji ber dîtina fosîlê bi kelecanî ne û wiha domand: "Niha kesên xeber hildane tên vê derê û wêneyan dikişînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın