Ali Atar
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê (PPS) ragihand ku di 12 mehên dawîn da qedera ji sedî 56ê îxracata wan ya parastin û hewageriyê ku zêdetirî 11 milyar dolarî ye, bo welatên NATOyê hat kirin û nirxê îxracatê yê serê kîlogramê gihîşt 40 qatê nîvekiya Tirkiyeyê.
Di daxuyaniya li ser hesabê PPSyê yê medyaya civakî da biwarê kapasîteya heyî ya pîşesaziya parastina Tirk, projeyên tên meşandin û hevkariyên navneteweyî nirxandin hatin kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku PPS, ekosîstema pîşesaziya parastinê ku ji zêdetirî 4 hezar fîrmayî pêk tê, li dor hedefên hevbeş kordîne dike û her wiha zêdetirî 1400 proje bi awayekî hevdem tên meşandin.
Her wisa di daxuyaniyê da zêdebûna stratejîk a amarên îxracata sektorê hat dupatkirin û wiha hat gotin:
"Di 12 mehên dawîn da qedera ji sedî 56ê îxracata me ya parastin û hewageriyê ku zêdetirî 11 milyar dolarî ye, me bo welatên NATOyê kir. Ji dronan heya balafirên perwerdeyê yên jet, ji navendên kontrola komûtayê heya nivîsbarên eskerî, ji platformên deryayî û bejayî heya teknolojiyên herba elektronîk di qadeke berfireh a şiyanê da em hevalbendên çareseriya ewle a dost û mitefiqên xwe ne. Nirxê îxracata me ya serê kîlogramê gihîştiye 40 qatê nîvekiya Tirkiyeyê, nîşaneya şênber a wê astê ye ku di hilberîna teknolojiya bilind da me bi dest xistiye. Em spasiya xwedanê vê vîzyona bihêz Brêz Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan dikin."