Zanist û teknolojî

Googleê ji dezgehên çapemeniyê 4,7 milyar dolar qezenc kir

Hûtê teknolojiyê yê Amerîkan Googleê, ji berhemên dezgehên çapemeniyê yên ku online xizmetê pêşkêş dikin, par 4,7 milyar dolar dahat bi dest xist

Önder Beyter   | 11.06.2019
Googleê ji dezgehên çapemeniyê 4,7 milyar dolar qezenc kir

Istanbul

Hûtê teknolojiyê yê Amerîkan Googleê, ji berhemên dezgehên çapemeniyê yên ku online xizmetê pêşkêş dikin, par 4,7 milyar dolar dahat qezenc kir.

Li gorî lêkolîna yekîtiya pîşeyî ya çapemeniyê ya Amerîkan News Media Allianceê, Google ji bo zêdekirina trafîqa rûpelan û dahata xwe, zêde zêde nûçeyan diemilîne.

Şîrketê par bi rêya berhemên dezgehên çapemeniyê 4,7 milyar dolar dahat bi dest xist. Ji xeynî Googleê li aliyê din, tevahiya endustriya nûçegihaniyê ya Amerîkan jî ji reklamên dîjîtal 5,1 milyar dolar dahat bi dest xist.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın