Xozneberên Îzmîrî salvegera 101emîn a AAyê di bin avê da pîroz kirin
Izmir
Komeke xozneberên li Karaburun a navçeya Îzmirê hatin bal hev di nav behrê da li cihê ku Keştiya 9ê Îlonê noq bûbû da salvegera 101emîn a avabûna Ajansa Anadoluyê (AA) pîroz kirin.
Hamdullah Aras û Remzî Yatar ê ku li Karaburunê hîndekarê xozneberiyê ne bi armanca pîrozkirina damezrandina sala 101emîn a AAyê 30 metre di bin avê da pankartek vekirin.
Ji xozneberan Hamdullah Arasê ku bi aliyekî pankarta di bin avê da vekirin girtibû û li serê "Em Salvegera 101emîn a Ajansa Anadoluyê Pîroz Dikin" nivîsî bûn daxuyanî da û got ku AA di hemû qadên jiyanê da xwe nîşan dide û wiha domand: "Ez ji ber objektîfiya di qada weşanê da Ajansa Anadoluyê pîroz dikim û li her deverê em wan dibînin. Xebatkarên AAyê li hemû deverên şer, afat û qeyranê ne. Em ji ber hewl û xebata wan gelek spas dikin."