Haydar Şahin
14 Mijdar 2020•Rojanekirin: 16 Mijdar 2020
Li Daristana Xatireya Sala 100î ya Ajansa Anadoluyê 2 hezar şitlên daran hatin çikandin. Mustafa Ozkayayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Ajanca Anadoluyê (AA) got, "Bi tevkariya ji 2 hezarî zêdetir hevalên me yên li 100 welatên dinyayê dixebitin va me daristan ava kir, darên li vê derê ew ê mezin bibin û ji bo pêşerojê tov bidin."
Ji bo salvegera 100î ya avakirina AAyê ya ku Xazî Mustafa Kemal Ataturk di 6ê nîsana 1920î da ji bo dengê Anadoluyê bigihîne dinyayê ava kir Midûriyeta Giştî ya Daristanê li eraziyê Çêwliga Daristanê ya Ataturkê Daristana Xatireya Sala 100î ya Ajansa Anadoluyê ava kir.

Xebatkarên AAyê li qasa hatibû texsîskirin 2 hezar şitlên daran çikandin.
Ozkayayê Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê got daristana xebatkarên ajansê di çarçoveya projeyên sala 100î da ava kirin nîşaneya hewla parastina pêşeroja hevpar e. Ozkaya wiha axivî: "Daxwaza me ew e ku bi hezaran şitlên li vê derê hatin çikandin ji pêşeroja ronî ya welatê me ra bibin nefes. Bi tevkariya ji 2 hezarî zêdetir hevalên me yên li 100 welatên dinyayê dixebitin va me daristan ava kir, darên li vê derê ew ê mezin bibin û ji bo pêşerojê tov bidin."