Xeberên saziyî

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bi nûçegihanên AAyê yên li Almanyayê birîndar bûbûn ra hevdîtin kir

Bahattin Gönültaş  | 07.05.2021 - Rojanekırın : 08.05.2021
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bi nûçegihanên AAyê yên li Almanyayê birîndar bûbûn ra hevdîtin kir

Berlin

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji nûçegihanên Ajansa Anadoluyê (AA) Erbîl Başay û Cuneyt Karadagê ku di 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê da li Almanyayê dema çalakî dişopandin û birîndar bûbûn ra got ku serborî be.

Wezîr Çavuşogluyê ku li Berlînê serdana xwe didomîne li otêla ku lê dima bi nûçegihanên AAyê Erbîl Başay û Cuneyt Karadag ra hevdîtin kir.

Di axaftina xwe da Çavuşoglu got ku wî li dîmenên dema polês kulmê li Erbîl Başay dixe temaşe kir û wiha got: "Serborî be. Ez hêvî dikim careke din tundiyeke wiha pêk neyê."

Li Berlîna paytexta Almanyayê di 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê da di pevçûna ku di navbera xwepêşandêr û polêsan da, nûçegihanên AAyê Erbîl Başay û Cuneyt Karadag birîndar bûbûn.

Di xwepêşandanên 1ê Gulanê ku li navçeya Neukollnê hatin kirin da di navbera xwepêşandêr û polêsan de pevçûn derket û nûçegihanê AAyê Erbîl Başayê ku dîmenên binçavkirina xwepêşandêrekî digirt jî rastî tundiya polêsan hat û polêsekî kulm li devê Başay xist.

Nûçegihanê din ê AAyê Cuneyt Karadagê çalakî dişopand jî ji ber kevirekî ku xwepêşandêran avêt û li lingê wî ket birîndar bûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.