Xeberên saziyî

Serokê Giştiyê AAyê Kazanci xebatkarê AAyê yên ku li Misrê hatibû girtin qebûl kir

Rêveberê Giştiyê AAyê Şenol Kazanci, Hilmî Balciyê xebatkarê Ofîsa ÂAyê ya li Qahîreyê yê ku piştî girtina ser ofîsê ji aliyê polîsên Misrê ve hatibû girtin û paşê serbes hat berdan, qebûl kir.

Ahmet Aydın  | 22.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
Serokê Giştiyê AAyê Kazanci xebatkarê AAyê yên ku li Misrê hatibû girtin qebûl kir

Ankara

Rêveberê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci, Hilmî Balciyê Berpirsê Kargêrî û Karûbarî Îdarî yê Ofîsa Qahîreyê yê ku piştî girtina ser ofîsê ji aliyê polîsên Misrê ve hatibû girtin û paşê serbes hat berdan, qebûl kir.

Kazanci di qebûla li Rêveberiya Giştî ya AAyê de derbasî li Balci kir û derbarê pêvajoya girtina ser ofîsê û binçavbûna wan de agahî jê sitendin.

Şenol Kazanc, ji bo serbestberdana xebatkaran kêfxweşiya xwe anî ziman û di serî Serokomar Recep Tayyip Erdogan, spasiya hemî alî û meqamên ku piştevaniya AAyê kirin, kir.

Kazanci, anî ziman ku AA dixwaze di operasyona nûçeyan a li Misrê berdewam be û ji bo vê jî dê di nezda hikûmeta Misrê de tişta pêwîst bikin.

- Girtina ser ofîsa AAyê ya li Qahîreyê ji aliyê polîsên Misrê ve

Polîsên Misrê 14ê meha çile roja sêşembê girt ser ofîsa Ajansa Anadoluyê ya li Qahîreyê, 1 ji wan welatiyê Tirkiyeyê 4 xebatkar binçav kiribûn û biribûn ciheke veşartî.

Polîsên ku hatibûn ofîsê kamera girtibûn û xeta înternetê jî birîbûn û heta sibeha adinî rojê lêgerîn li ofîsê kiribûn. Polîsan dest danîbû ser pasaport, telefonên mobîl û kompîterên xebatkaran û nehiştibû ku peywendiyê bi derve re deynin.

Dozgeriya Asayişa Neteweyî ya Misrê sûcên weke "belavkirina nûçeyên derew û vir, di asta têkdana pergal û aşitiya raya giştî de" arasteyî wan kiribû.

Girtina ser ofîsa ajansê ji aliyê polîsên Misrê ve di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) bûbû armanca bertekên gelek saziyên navneteweyî.

Balci piştî ku 16ê çile serbest hat berdan vegeriya Tirkiyeyê û xebatkarên binçavkirî yên mayî jî 19ê çileyê bi kefaletê serbest hatibûn berdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.