Xeberên saziyî

Salnameya 2019an a Ajansa Anadoluyê bi sê zimanan hat weşandin

Salnameya 2019an ya Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku tê da nûçe û bûyerên girîng ên Tirkiye û dinyayê bi awayekî kronolojîk hatine dayîn bi Tirkî, Îngilizî û Erebî hat weşandin.

Türkan Tosun  | 29.01.2020 - Rojanekırın : 02.02.2020
Salnameya 2019an a Ajansa Anadoluyê bi sê zimanan hat weşandin

Ankara

 Salnameya 2019an ya Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku tê da nûçe û bûyerên girîng ên Tirkiye û dinyayê bi awayekî kronolojîk hatine dayîn bi Tirkî, Îngilizî û Erebî hat weşandin.

AA ji arşîva nûçe û wêneyan îstifade dike û her sal salnameyan diweşîne.

Îsal jî di salnameya ku hat weşandin da di qada siyaset, huner, aborî, werziş û aboriyê da bûyerên girîng ên li Tirkiye û dinyayê qewimîne bi wêneyan va cî digirin.

Salname bi Tirkî, Îngilizî û Erebî hat weşandin.

Di salnameyê da hilbijartina 23ê Hezîranê ya ji bo Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê hat dubarekirin, Hareketa Pencikê, Hareketa Kaniya Aştiyê, têkoşîna dijî FETOyê, vekirina Mizgefta Çamlicaya Mezin, 100emîn salvegera Têkoşîna Neteweyî, sewqîyata S400an, Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê, wesayîta xwemalî ya Tirkiyeyê û gelek bûyerên din ên girîng hatin weşandin.

Ji bilî vê êrîşên terorê yên li Zelandaya Nû li hemberî du mizgeftan hatin kirin, wefata Serokamê Misirê yê ewil ê bi hilbijartinê hatibû ser wezîfeyê Mihemed Mursî, pevçûnên li Libyayê, darbeya eskerî ya li Sudanê, Civîna Serokan a G 20an, xwepêşandanên li Iraqê, kuştina Ebubekir el Bexdadiyê serokê DEAŞê jî di salnameyê da cih digrin.

- Navê kesên navdar ên par mirin jî di salnameyê da heye

Kesên di huner, siyaset û zanistê da navdar in û par wefat kirin jî di salnameyê da nehatin jibîrkirin.

Nivîskar Nurî Pakdîl, Prof. Dr. Mumtaz Soysal, Prof. Dr. Berîl Dedeoglu, Kemal Karpat, Kadir Misirlioglu, Yildiz Kenter, Ayşen Gruda, Tarik Uluoglu, Gulrîz Sururî, Arîf Şîrîn, Dîlber Ay, Sererkanê berê Orgeneral Yaşar Buyukanit, nûçegihanê AAyê Abdulkair Nîşanciyê li Bayburtê totî newalê bû û li wir mir jî di salnameyê da cih girtin.

Di qada werzişê da jî Kupaya Tirkiyeyê, 54emîn Şampiyoniya Karateyê ya Ewropayê, 14emîn Şampiyoniya Poomseê ya Tekvandoyê ya Ewropayê, Şampiyoniya Gulaşê ya Ewropayê, Kupaya Tirkiyeyê ya Jinan a Basketbolê, Şampiyoniya Tekvandoyê ya Dinyayê û hin bûyerên din jî bi dîmenên rengîn va di salnameyê da hatin weşandin.

Xelatên Grammyê, Xelatên Oscarê, Xelatên Emmyê ya Navneteweyî ya 47emîn, vekirina Girê Mirazan, Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêr a Antalyayê û hin çalakiyên din ên di qada hunerê da jî ji bo salnameyê bûn mijarên 2019an.

Salnameya AAyê ya bi sê zimanan hatiye amadekirin di bin weşanên AAyê da derket.

Salnameya 2019an li pirtûkfiroşan û li ser malperên pirtûkan difroşin tê firotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.