Xeberên saziyî

Projeya ku wê ajansên nûçeyan ên alema Tirk di binê banekî da bigihîne hev ber bi kutabûnê ye

Sefa Mutlu  | 16.05.2022 - Rojanekırın : 17.05.2022
Projeya ku wê ajansên nûçeyan ên alema Tirk di binê banekî da bigihîne hev ber bi kutabûnê ye

Istanbul

Bi mazûvaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê li Stenbolê Civîna 4emîn a Rayedarên Payebilind û Wezîrên Berpirsê Medya û Enformasyonê ya Teşkîlata Dewletên Tirk (TDT) hat lidarxistin û piştî civînê Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz axivî.

Karagoz daxuyand, di nav ajansên nûçeyan ên Tirk da avakirina yekîtiyeke nû girîng e û wiha dewam kir, "Ji rojevên herî girîng ên Ajansa Anadoluyê yej jî ew e ku bi ajansên nûçeyan ên Komarên Tirk ra yekîtiyekê çêke. Em ê di demeke nêz da li Stenbolê vê têxin yekîtiyeke sazûmanî. Bi vî hawî em ê ji alema Tirkan nûçe, wêne û vîdeoyan parve bikin. Hewzekî hevpar wê çêbibe. Ji bo ku kapasîteya ajansên nûçeyan ên alema Tirkan zêde bibe, AA wê bernameyan amade bike. AA di heman demê da endamê Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Ewropayê ye. Ji bo ku Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ên Tirk têkeve rewacê em ê roleke pêşeng hildin ser xwe.

Karagoz diyar kir, ev yekîtî wê pêvajoyeke ku alema Tirkan zêdetir bigihîne hev, bide destpêkirin û daxuyand ku digel têkiliya navbera dewletan, civak jî wê nêzî hev du bibin û ev pir girîng e.

Têkoşîna dezenformasyona medyayê

Karagoz destnîşan kir ku AAyê dijî dezenformasyonê gelek gav avêtin û wiha dewam kir:

"Bi zêdebûna navgînên ragihandina girseyî û demildest gihîştina xerîdaran a van navgînan bi xwe ra çavkaniyên dezenformasyonê jî kir dewrê. Tenê medyaya konvansiyonel tuneye, her kes ku bixwaze dikare di heman kêliyê da li ser medyaya civakî manîpulasyonê bike, dezenformasyonê çêke. Ji bo pêşîlêgirtina van yekan saziyên rêzdar û pêbawer ên wekî Ajansa Anadoluyê li hemû dinyayê hewl didin. Ev tenê mijara ajansa me nîne, li dinyayê ji mijarên herî girîng yek e. Em çavkaniya nûçeyan e ku bi awayê herî rastîn nûçeyê dibînin, çêdikin û vê hem didin pêşiya aboneyan hem didin pêşiya xwendevan û temaşegeran. Lê nûçeyên ku me çênekirine û bûne malê raya giştî û tên rojebê jî divê em wan di laboratuvarên nûçeyan da teyîd bikin bê ka rast e an na. Ji bo vê yekê me wekî AA Xeta Teyîdê ava kir. Ev xet bi taybetî xwe digihîne çavkaniya nûçeyên ku li ser medyaya civakî lez û bez bela dibin û rastiya wan nayê meraqkirin. Ev xeta an van nûçeyan teyîd dike yan nake. Di rojên pêş me da gotineke wekî 'Nûçeya ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê va hatiye teyîdkirin' an jî 'Nûçeya ku Ajansa Anadoluyê teyîd nekiriye, derewandiye" wê were bikaranîn."

Karagoz bal kişand, mumkin nîne ku meriv rê li dezenformasyonê û manîpulasyona nûçeyan bigire, lê divê meriv li dijî vê têbikoşe.

Karagoz got, wekî çavkaniyeke ewle a nûçeyan ew ê bi şik li hemû nûçeyan li ser medyaya civakî belav dibin binihêrin û her wiha ew ê encamê bi abone, xwîner û temaşevanan ra parve bikin.

Cudaxwazî û faşîzma dîjîtal

Karagoz der heqê meqsed û xebatên Xeta Cudaxwaziyê da jî agahî dan û wiha got, "Cudaxwazî di zimanê medyayê da pir berbelav e. Di zimanê siyasetê da jî cudaxwazî heye. Di zimanê medyayê da û di qada çandî da jî cudaxwazî heye. Ev hemû bi destê medyayê derdikevin pêşiya me. Em dixwazin balê bikişînin ser cudaxwaziya di medyayê da. Îslamofobiya ku nexasim li Ewropa û Amerîkaya Bakur pir berbelav e dê bibe navenda me. Antîsemîtîzm jî mijareke cidî ya cudaxwaziyê ye. Em ê li vir li dijî her cure cudaxwaziya dînî, nijadî û çandî têbikoşin. Newekheviya jin-mêrê jî mijareke cudaxwaziyê ye. Dijî vê jî di çarçoveya Xeta Cudaxwaziyê da têkoşîneke me ye edîtoryal dê hebe. Peywira herî sereke ya Xeta Cudaxwaziyê ew e ku van mijaran bişopîne, çavdêriya wan bike û bike nûçe. Em vê jî wekî projeyeke mînak pêşkêşî dinyayê dikin. Ne bi tenê li Tirkiyeyê, ev xeta me dê li dijî cudaxwaziya li dinyayê têbikoşe. Ez di wê baweriyê da me dê gelekî bi kêrî welatê me û dinyayê were."

Karagoz bal kişand ku medyaya civakî ji bo armancên cuda tê emilandin û wiha dewam kir:

"Divê meriv rê li vê çanda lîncê bigire. Lewma jî ji bo me, çalakbûna çavkaniyên nûçeyan ên ewle ya li ser medyaya civakî girîng e. Faşîzma dîjîtal problemeke cidî ye û ez wisa bawer dikim ku dê siberojê bibe problemeke mezintir. Qedexekirina medyaya civakî, dermanê wê yekê nîne ku ev ji holê were rakirin. Divê di çarçoveya medyaya civakî da hişmendiyek were avakirin. Unsûrên medyaya konvansiyonel û şîrketên medyaya civakî dê bên cem hev û dê vê hişmendiyê ava bikin. Divê meriv medyaya civakî ji bo civaka ku meriv tê da dijî bikêrhatî û çalak biemilîne. Dibe ku di vir da xebateke perwerdeyê jî divê were kirin. Akademiya Nûçeyan a Ajansa Anadoluyê di çarçoveya emilandina medyaya civakî da hem ji bo aboneyên xwe û hem jî ji bo bikarhênerên medyaya civakî bernameyeke perwerdeyê amade dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.