Emre Karaca
31 Adar 2022•Rojanekirin: 01 Nîsan 2022
ANKARA (AA) - Hefteya duyem û hefteya dawîn a "Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 20emîn" ya bi hevkariya Ajansa Anadoluyê (AA) û Akademiya Polêsan ji bo perwerdekirina nûçegihanên operasyonel ên ku wê bikaribin di şer, afat û rewşên derasayî da wezîfeyê bikin tê dayîn bi perwerdeyeke zehmet va derbas bû.
Bi piştgiriya Serokatiya Ajansa Kordînasyonê û Hevkariya Tirkan (TÎKA) va ji dervayî welêt rojnamevan û 20 endamên medyayê beşdarî perwerdeyê bûn.
Di hefteya duyem da li cihê Serokatiya Tevgera Taybet a li Golbaşiyê perwerdeya çek û ewlehiya şexsî hat dayîn.
Beşdarvan êvarê bi teçhîzat û melzemeyên teknîkî va çûn Elmadagê şeva xwe li çiyê di mewziyên ku bi xwe çêkirin da derbas kirin.
Ji bo tetbîqatê bi dorê heta serê sibê nobed girtin, sibê jî vegeriyan cihê Serokatiya Tevgera Taybet û li wir bi serokatiya hîndekarên pispor beşdarî tetbîqata pevçûnê bûn.
Perwerde wê sibê dawî bibe, kesên serkeftî wê "Sertîfîkaya Nûçegihaniya Şer" hildin.