Xeberên saziyî

Lijneya Rêvebiriyê yê Ajansa Anadoluyê di 101emîn salvegera damezirandina AAyê da Anitkabîr ziyaret kir

Ferdi Türkten  | 06.04.2021 - Rojanekırın : 07.04.2021
Lijneya Rêvebiriyê yê Ajansa Anadoluyê di 101emîn salvegera damezirandina AAyê da Anitkabîr ziyaret kir

Ankara

 Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci û heyeta pê ra bi minasebeta salvegera 101emîn a damezirandina AAyê Anitkabîr ziyaret kir.

Heyeta ji Kazanci, endamên lijneya rêvebiriyê, alîkarên midûrê giştî û rêvebirên weşanê pêk tê çû Anitkabîrê.

Şenol Kazanci çelenga ji qerenfîlên sor û sipî ya ku "Ajansa Anadolu" li ser nivîsandî ye, danî mozoleya Ataturk û merasima rêzgirtê hat kirin.

Kazanci tevî heyeta pê ra ji Birca Misaqî Milî derbas bû û Deftera Taybet ya Anitkabîrê îmze kir û wiha nivîsnad: "Ataturkê Rêberê Mezin, Ajansa Anadoluyê ya ku te damezirand da ku Têkoşîna Neteweyî ji dinyayê ra ragihîne îro 101 salî ye.

Ajansa Anadoluyê ku bi 86 ofîsên xwe yên li welêt û 41 jî yên li dervayî welêt va ne bi tenê dengê Anadoluyê, yê hemû coxrafyayên mezlûm bi 13 zimanan radigihîne, vê peywira xwe ya ku ji miletê xwe sitandiye, heta ku Komara Tirkiyeyê hebe dê bidomîne.

Bi vê minasebetê em hemû şehîdên me yên ku çûne ebediyetê bi rehmet bi bîr tînin."

- AA 101 sal berê îro hat avakirin

Ajansa Anadoluyê ku bi telîmata Mustafa Kemal Ataturk di salên pêşî yên Şerê Rizgariyê de bi armanca ragihandina dengê Anadoluyê bo dinyayê hat avakirin di salvegera xwe ya 99emîn de dibe yek ji ajansên herî baş ên dinyayê. Di serdema şerê rizgariyê de Ajansa Anadolu roleke krîtîk girte ser xwe û di tarîxa Komarê de cihekî taybet bo xwe çêkir. Dema dema Mucadeleya Neteweyî dest pê kir, têkoşîna serxwebûnê bi qenaleke tekane û bihêz gihande nav welat û dinyayê. Loma jî xirûreke heqîqî li ser xwe digire.

Damezrandina Ajansa Anadoluyê rastî rojên sext ên "werçerxana têkoşîna neteweyî" tê. Hin rewşenbîrên ku piştî îşxalê dîtin mayîna li Stenbolê ne mumkin e li rêyên beşdariya Têkoşîna Neteweyî geriyan.

Seruwena damezrandina AAyê jî tam di vê pêvajoyê de, piştî îşxala Stenbolê bi hatina rewşenbîran bo Anadoluyê dest pê dike. Piştî 16ê Adara 1920an Stenbol hat îşxalkirin bi 5 rojan Yunus Nadi (Abalioglu) û Halide Edib (Adivar) digel 2 qafîleyan dikevin rê û 31ê Adarê li Geyveyê kom dibin. Herdu rewşenbîr di kêliya îstiraheta li Rawestgeha Akhisarê guftûgoya wê yekê dikin ku "Çawa ku em gihîştin Enqereyê divê em ajansekê damezirînin".

Yunus Nadi û Halide Edip, dema qala navê ajansê dikin di nav bijartekên "Tirk" "Enqere" û "Anadolu" de li ser "Ajansa Anadoluyê" dibin hemfkir.

Ajansa Anadoluyê ku navend Tirkiye ajanseke nûçeyan a navneteweyî ye, bi 13 zimanan weşanê dike û rojane nûçeyan digihîne 6 hezar mecrayî.

​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın