Li Erdexanê mamoste beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bûn
Ardahan
Li Erdexanê mamosteyên Lîseya Pîşesazî û Teknîkê ya Şehîd Turkmen Tekîn beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bûn.
Mamoste û rêvebirên lîseyê wêneyên nûçegihanên AAyê yên li welêt û dervayî welêt hatine kişandin nihêrin.
Mamoste û rêvebiran di kategoriya nûçeyan da wêneyê Onur Çoban a bi navê "Li Genceyê Xwatirxwestina ji Xwarzî", di kategoriya werzişê da wêneyê Huseyîn Yildiz a bi navê "Li ser gola qeşagirtî futbol", di kategoriya jiyanê da jî wêneyê Mihemed Seîd' ya bi navê "Şahiya dergûş Mihemed" hilbijartin.
Midûrê lîseyê Osman Erdem piştî hilbijartina wêneyan got wêne bi rastî jî baş in û rojeva dinyayê nîşan didin.
Erdem wiha axivî: "Ajansa Anadoluyê gelek mijarên hatine jibîrkirin bi vê wesîleyê pêşkeşî me dike ku em spasiyê dikin û serkeftinê dixwazin."