Xeberên saziyî

Çavkaniya nûçeyan ya pêbawer Ajansa Anadoluyê 99 salî ye

Ajansa Anadoluyê ya bi 13 zimanan weşanê dike û ji 93 welatan nêzî 6 hezar bikarhênerên wê hene wekî ajanseke nûçeyan a navneteweyî ya navend Tirkiye ye sala damezrandina xwe ya 99emîn pîroz dike.

Abdullah Tel, Haydar Şahin, Fatih Gazioğlu  | 05.04.2019 - Rojanekırın : 09.04.2019
Çavkaniya nûçeyan ya pêbawer Ajansa Anadoluyê 99 salî ye

Ankara

Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku ajanseke nûçeyan a navneteweyî ya navend Tirkiye ye sala damezrandina xwe ya 99emîn pîroz dike. AA bi 13 zimanan weşanê dike li 93 welatan nêzî 6 hezar bikarhênerên wê hene. Li 100 welatî ji 3 hezarî zêdetir xebatkarên wê rojê 1600 nûçe, 2 hezar û 300 wêne, 6 înfografîk, 400 vîdeo diweşîne û 15 jî weşanên zindî dide. Ji damezrandina sala wê ya 100î ra salek maye û ew di nav ajansên herî birûmet ên dinyayê da cih digire.

Dîroka avakirina AAyê û îlankirina Komara Tirkiyeyê nêzî hev e û 17 roj berî vekirina Meclisa Miletê Mezin a Tirkiyeyê di 6ê Nîsana sala 1920î da hatiye damezrandin û ew bi tecrubeya xwe ya 99 salan va hê jî wekî çavkaniya nûçeyên pêbawer hebûna xwe didomîne.

AA îsal 99emîn sala xwe ya damezrandinê pîroz dike û ji bo ku di sala xwe ya 100emîn da jî di nav rêza ajansên herî bitesîr ên dinyayê da cih bigire kar û barên xwe didomîne.

Saziya AAyê ji çar aliyê welêt û herêmên çar aliyê dinyayê bûyer û geşedan diqewimin demildest bi nûçe, wêne û yan jî dîmenan haydar dike û ji deverên lê xebat zor û zehmet e jî bikarhênerên xwe bêxeber nahêle.

- Di çarçoveya xebatên "Ji sedsalê ra salek ma" da qelîte jî zêde dibe

AAya ku bi zimanên 13 zimanên wek Tirkî, Îngilîzî, Erebî, Rûsî, Fransî, Spanyolî, Kurmancî, Soranî, Farisî, Endonezkî, Boşnakî, Ernawudkî û Makedonkî va weşanê dike bi saya nûçe, wêne, dîmen û înfografîkan va bi tenê ne li Tirkiyeyê li çar aliyê dinyayê dibe saziyeke pêbawer a çavkaniya nûçeyan.

Bi 13 zimanan AA weşana xwe didomîne û li 93 welatan nêzî 6 hezar bikarhênerên wê hene. Li 100 welatî bi hewla 3 hezarî zêdetir xebatkarên xwe AA rojê 1600 nûçe, 2 hezar û 300 wêne, 6 înfografîk, 400 vîdeo diweşîne û 15 jî weşanên zindî dide. Ji sedî 63 wêneyên ji hêla rojnameyên li Tirkiyeyê weşanê dikin û ji sedî 40 jî nûçeyên tên weşandin ji AAyê tên hildan. Ji bilî vê malperên nûçeyan ên neteweyî ji sedî 89 nûçeyên taybet ên AAyê bi kar tînin.

- Weşana zindî

Ajansa Anadoluyê bi gavên di demên dawîn da avêt va bi taybetî jî di qada weşana zindî da ji bo bikarhênerên xwe dest bi xizmeteke girîng da.

AAyê di bin banê xwe da Edîtoriya Weşana Zindî ava kir û bi amûrên weşana zindî ya gelek teknolojîk va raxist û di carekê da dikare çar weşanan bi hev ra bike û rojê jî 15 weşanên zindî dide.

- Rêxistinbûna Global

Bi saya tora nûçegihanan a global va AA sal û donzdeh meh bi şev û roj (7/24) ji Brukselê bigir heta Somaliyê ji 41 ofîsên navendî û nûnertiyên li 100 welatî va kar û barên xwe didomîne.

- Medyaya civakî

AA bi malperên xwe yên bi 13 zimanan weşanê dikin û bernameyên mobîl û saetan va hemû kanalên medyaya civakî bi awayê çalak bi kar tîne.

Hesabên medyaya civakî yên AAyê bi destê 9 milyon kesî tên teqîbkirin, di nav rojê da agahî demiltdest digihêjin ber destê şopîneran.

- AA kevneşopiya "hoste û çirax" didomîne"

Di sala 2011ê da bi biryara Lijneya Rêveberiya AAyê Akademiya Xeberan a Ajansa Anadoluyê hat avakirin û ji bo guherîna medyayê, bikaranîna teknolojiyê perwerdeyên sîstematîk tên dayîn.

Armanca AAyê ew e ku kesên dixwazin di medyayê da bixebitin têxe xwedîagahî û rê li ber wan veke. AA bi vê xebata xwe va kevneşopiya hoste û çirax a tê ji bîrkirin dîsa anî rojevê.

AA di Akademiya Xeberan da perwerdeya nûçegihaniya şer û gelek mijaran dide. AA bi pirtûkên xwe yên "Pirtûka Sereke ya Nûçegihan" û "Pirtûka Destan ya Nûçegihanê Şer" va rê nîşanî kesên dest bi nûçegihaniyê dikin dide.

- Weşanên AAyê

AA bi "Weşanên AAyê" ya avakir va tecrubeya nûçegihaniyê digihîne ber destê xwendekaran. Her sal bi Tirkî, Îngilîzî û Erebî salnameyên AAyê tên weşandin û salname bi belgeyên xwe va wekî arşîv e.

AA xêncî salnameyan pirtûkên ku agahiyan didin jî diweşîne, hemû hûrgiliyên kuştina Cemal Kaşikçiyê li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hatibû kuştin di pirtûka xwe ya "Kuştina Cemal Kaşikçi" da bi 3 zimanan weşand.

Wekî mayîn Ajansa Anadoluyê pirtûkên ananlîzê yên bi navê "Ji Asîmanan Tirkiye", "Afrîkaya Bilind Dibe", "Trump û Pergala Kurewî", "Bajarên Aram" jî weşand.

- Hevkariya Ragihandina Global

Ji hêla din va AA ji çalakiyên neteweyî û navneteweyî ra piştgiriya medyayê dide. Ajansa Anadoluyê di sala 2018an da ji 31 çalakiyên li welêt û 11 çalakiyên li dervayê welêt ra "Hevkariya Ragihandina Global" kir.

- Hevkariyên AAyê

Ajansa Anadoluyê di sala 2018an bû serokê heyama 27emîn a Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ên Balkan-Başûrê Rojhilata Ewropayê (ABNE-SE).

Ajansa Anadoluyê ji bilî vê TÎKA, YTB, D8 û SETA jî di nav de tevahî bi 19 saziyên cuda re di mijara arşîvkirina nûçeyan û perwerdeyê da hevkariyê dike.

- Hêza AAyê ya wêneyan

AA bi tecrubeya xwe ya 99 salî bi tora xwe nûçegihanan ya li 86 welatên curbecur rojane hezar û 384 nûçe û bi gelemperî ji 4 hezarî zêdetir wêne, 400 vîdeo û 6 înfografîkan diweşîne.

- Projeyên taybet

AA nûçeyên şirketan yên ku pê ra peyman hatine îmzekirin amade dike û diweşîne. AA bi saya sîstema weşanê van bultenan demildest digihîne hemû saziyên medyayê.

AA bi saya Termînala Nûçeyên Fînansê nûçeyên vejenê çêdike û ji bo xizmeta saziyên fînansê diweşîne.

- Istanbul Photo Awards

Pêşbirka navneteweyî ya wêneyên nûçeyan "Istanbul Photo Awards 2019" ji aliyê Ajansa Anadoluyê va ji sala 2015an pê va tê lidarxistin. Her sal gelek wênegirên profesyonel beşdarî pêşbirkê dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın