Berpirsyarê Têkiliyên Derva yê HKIyê Dizayî 101emîn salvegera avabûna AAyê pîroz kir
Arbil
Berpirsyarê Daîreya Têkiliyên Derva yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî 101emîn salvegera avabûna Ajansa Anadoluyê (AA) pîroz kir.
Dizayî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku li ser raya giştî tesîr çêbibe cihê çapemeniyê pir girîng e.
Dizayî anî ziman AA Kurdî jî di nav da bi gelek zimanan weşanê dike ku bi vê wesîleyê ew AAyê pîroz dike.
Dizayî got AA li HKIyê jî kar dike û wiha dewam kir: "Ji ber 101emîn salvegera wê ez AAyê pîroz dikim. Ez hêvî dikim, wek berê niha jî ew nûçeyên rast biweşîne."