Xeberên saziyî

Ajansan eleqe nîşanî xebatên AAyê yên derbarê pûçkirina propagandaya reş a li dijî Tirkiyeyê dan

Bi mazûmvaniya Ajansa Nûçeyan a Başûrê Koreyê (YONHAP) li Sêûla paytextê Koreya Başûr 17emîn Civîna Lijneya Giştî ya OANAyê hat lidarxistin û ji 35 welatan 44 endamên OANAyê beşdariyê dikin.

Ahmet Aydın  | 07.11.2019 - Rojanekırın : 08.11.2019
Ajansan eleqe nîşanî xebatên AAyê yên derbarê pûçkirina propagandaya reş a li dijî Tirkiyeyê dan

Ankara

Di 17emîn Civîna Lijneya Giştî ya Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Asya-Pasifîkê (OANA) de ya ku li Koreya Bakur tê lidarxistin, xebatên Ajansa Anadoluyê (AA) yên derbarê pûçkirina dezenformasyon û propagandaya reş a li dijî Tirkiyeyê ya ku YPG/PKKê fotografên AAyê bikartanîn û dikirin hatin vegotin.

Bi mazûmvaniya Ajansa Nûçeyan a Başûrê Koreyê (YONHAP) li Sêûla paytextê Koreya Başûr 17emîn Civîna Lijneya Giştî ya OANAyê hat lidarxistin û ji 35 welatan 44 endamên OANAyê beşdariyê dikin.

Kongreya Ajansên Nûçeyan a Cîhanî (NAWC), Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Deryaya Spî (AMAN) û Federasyona Atlantîkê ya Ajansên Çapemeniyê ya Afrîqayê, di Lijneya Giştî de weke çavdêr cî digirin.

Wekîlserokê Lijneya Giştî ya Rêveberiyê Salih Demirkan û Cîgirê Rêveberê Giştî Mustafa Ozkaya weke nûnerên AAyê di civînê de cî digirin.

- Li dijî rêxistinên terorê xebatên dilsoz ên AAyê

Cîgirê Rêveberê Giştî yê AAyê Ozkaya di çarçveya civînê de nimayişa "Raportên Welatan" kir û behsa xebatên AAyê yên dijî nûçeyên derew kir.

Ozkaya behsa wê yekê kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê dema Herekata Kaniya Aşitiyê ya ku Tirkiyeyê bi mebesta tunekirina korîdora terorê û anîna hizûr û aramiyê bo herêmê li dar xist, fotografên AAyê bikartanî û dezenformasyon û propagandaya reş a li dijî Tirkiyeyê diajot, lê AAyê bi xebatên dilsozane ew pûçkirin.

- YONHAP teslîm digire

Di lijneya Giştî de Seroktiya Serdemê ya OANAyê ji Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Azerbaycanê (AZERTAC) heta 3 salan derbasî YONHAPê dibe û dê Lijneya Rêveberiyê ya OANAyê ya 2019-2022 digel Serokê Serdemê yê OANAyê yê 2019-2022an bê hilbijartin.

Di çarçoveya lijneyê de dê nûnerên ji cîhana medya û akadêmiya navneteweyî pêşkêşa mijaran bikin û konferansa bi serenava "Ji bo Rojnamegeriyê Zehmetiyên Nû: Înovosyona Teknolojîk û Pirsgirêkên Pêbaweriyê" bê lidarxistin.

Civîna Lijneya Giştî dê 3 rojan biajo.

- Lens rastiyan dibêjin

YONHAPa mazûvan di çarçoveya Lijneya Giştî ya OANAyê de pêşangeha fotografan a bi serenavê "Lens rastiyan dibêjin" li dar xist.

Di nava fotografên pêşangehê de herî zêde fotografên AAyê hatin tercihkirin.

Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Asya-Pasifîkê (OANA) sala 1961ê li herêma ku ji nîvê nufûsa dinyayê zêdetir mirov lê dijîn, bi mebesta veguhastina nûçeyên serbest û rasterast di navbera ajansên nûçeyan de, bi înisiyatîfa Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO)yê hat avakirin.

Ajansa Anadoluyê sala 1978an beşdarî OANAyê bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.