Xeberên saziyî

AA daneyên xwe yên medyayê bi pergaleke biewle diparêze

Rêvebirê Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê yê AAyê Yakup Şivka: "Saziyên medya û weşanê di salên dawîn de dîjîtalîze dibin û teknolojiyên nû dişopînin, lê aliyê din bi pergalên parastinê yên ewlehiyê va li hemberî êrîşên sîber xwe diparêzin"

Türkan Tosun  | 09.07.2019 - Rojanekırın : 10.07.2019
AA daneyên xwe yên medyayê bi pergaleke biewle diparêze

Ankara

Rêvebirê Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê yê Ajansa Anadoluyê (AA) Yakup Şivka got saziyên medya û weşanê di salên dawîn de dîjîtalîze dibin û teknolojiyên nû dişopînin, lê aliyê din bi pergalên parastinê yên ewlehiyê va li hemberî êrîşên sîber xwe diparêzin.

Şivka der barê mijara pergalên parastinê yên ewlehiyê û êrîşên sîber ên li hemberî pergalê tên kirin da daxuyanek da.

Şivka got li Tirkiyeyê di nav saziyên medya û weşanê da yên herî zêde êrîşên sîber li hemberî wan tên kirin jê yek jî Ajansa Anadoluyê ye.

Şivka bi bîr xist AA di sala 1920î da ji bo têkoşîna xilasbûnê ya Anadoluyê bigîhîne dinyayê hatiye avakirin û îro bi 13 zimanan weşanê dike, di nav ajansên nûçeyan ên li dinyayê navdar in da cih digre.

Der barê êrîşên sîber ên li hemberî AAyê tên kirin da Şivka wiha axivî: "Ji ber ku nûçeyên ajansa me li dinyayê di gelek cihan da tên weşandin û tesîra wan zede ye AA hertim rastî êrîşên sîber tê. Ajans bi taybetî 8 sal in encamên hilbijartinê berhev dike û bi raya giştî ra parve dike. Hin kesên ji encamên hilbijartinê ne kêfxweş in û hin êrîşkarên sîber ajansê dixin hedefa xwe."

Şivka got di Ajansa Anadoluyê da ji sala 2011an vir va him ji hêla nûçeyan û him jî ji hêla teknolojiyê va guherîneke mezin çêbûye, wan jî ji bo ajansê pergaleke înformatîkê ya xurt û biewle ava kiriye.

Şivka der barê pergala "Trend Mîcro"yê da agahî da û got ji ber ku ev xwemalî û neteweyî ye ew vê pergalê bi kar tînin û wiha dewam kir: "Ji bo ku em ji her derê bi awayekî biewle xwe bigîhînin xebatkarên ajansê divê bingeha sepana me li gor webê be. Bi saya Trend Mîcroyê him bi mobîlê ra 7 rojan û 24 saetan bênavber têkilî tê danîn û him jî pirsgirêkên ji ber bikaranîna teknolojiyên din çêdibin ji holê radibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.