Xeberên saziyî

4emîn Mihrîcana Çandê ya Etnosporê eleqeyeke mezin dît

4emîn Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya ku ji aliyê Konfedarasyona Etnosporê ya Dinyayê (DEK) tê organîzekirin eleqeyeke mezin dît

Türkan Tosun, İbrahim Atmaca  | 07.10.2019 - Rojanekırın : 09.10.2019
4emîn Mihrîcana Çandê ya Etnosporê eleqeyeke mezin dît

Istanbul

4emîn Mihrîcana Çandê ya Etnosporê ya ku ji aliyê Konfedarasyona Etnosporê ya Dinyayê (DEK) tê organîzekirin eleqeyeke mezin dît.

Mihrîcana li Balafirgeha Ataturkê 4 rojan dewam kir ji hêla milyonek û 200 hezar kesî va hat ziyaretkirin.

Mihrîcana ku Ajansa Anadoluyê (AA) bû hevkarê wê yê global îsal bi diruşmeya "Kî ji ya xwe tê xwarê bila xwelî li serî be" hat lidarxistin û peyama cehd, têkoşîn û bibiryariyê hat dayîn.

Konfedarasyona Etnosporê ya Dinyayê (DEK) ya ku hewl dide werziş û lîstikên berê neyên jibîrkirin, ew zêdetir bên nasîn di 2015an da li Kirgizîstanê hat avakirin. Di sala 2017an da navenda wê barkirin Stenbolê. Îro di bin banê wê da ji 10 welatan 13 endam hene û ji sala 2016an vir va jî Mihrîcana Çandê ya Etnosporê li dar dixe.

- Qasî hezar werzişvan beşdar bûn

Di mihrîcanê da bi tenê di qada gulaşê da bi 250 kategoriyê qasî hezar werzişvan beşdarî pêşbirkan bûn.

Tîr û kevan, gulaşa birûn, gulaşa şelwarê, gulaşa piştê, cirîda li ser pişta hespan, kapavêtin, pato di serî da di 12 qadên cuda ên werzişê da pêşbirk çêbûn.

- Stêrkên Lîga Super tir avêtin

Futbolîstên Lîga Super jî hatin mihrîcanê.

Qeleparêzê Galatasarayê Fernando Muslera, futbolîstê ji Kolombiyayê Radamel Falcao, santfortê ji Kosovayê yê Fenerbahçeyê Vedat Murîc û futbolîstê neteweyî Emre Belozoglu û qeleparêzê neteweyî yê berê Ruştu Reçber tîr avêtin.

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî futbolîstan dan.

- Gel eleqeyê nîşanî xwarinên kevneşopî dan

Di mihrîcanê da Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirk (TÎKA) xwarinên gelek welatan pêşkeşî ziyaretvanan kir.

Ji 7 herêmên Tirkiyeyê xwarinên cuda û 16 welatan ji 50î zêdetir xwarin û xurek hatin pêşkeşkirin.

Xwarinên Efxanistan, Albaniya, Azerbaycan, Filistîn, Gurcistan, Kosova, Moldovya, Moxolistan, Ozbekistan, Pakistan, Senegal, Sûdan, Tanzanya, Tunis, Ukrayna û Yemenê ji hêla ziyaretvanan va hatin xwarin.

- Ziyaretvanan tîr jî avêtin

Kesên beşdarî mihrîcanê bûn eleqeyeke mezin nîşanî tîr û kevanê dan.

Bi taybetî zarokan hewl dan ku bi tîran va hedefan bixin.

- Xwepêşanên bi hespan va jî bal kişandin

Ji destpêka çalakiyê heta kutabûna wê bi hespan pêşandan hatin lidarxistin û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da.

Di sehaya sporên ku li ser pişta hespan tên kirin da pêşandana hespan a Azerbeycan û Karabagê, pêşandana werzişvanên patoyê yên Arjantînê hatin kirin, cirît hat lîstin, li ser pişta hespan tîr hatin avêtin.

Welatiya qada festîvalê ziyaret kirin û pêşandan temaşe kirin.

Li cihê ku çalakiyên hespan lê hatin kirin, gelek qerebalixî çêbû û welatî ketin dorê ku bi zarokên va li hespan siwar bibin.

Zarok li hespên Mîdîliyan siwar bûn, welatî jî bi alîkariya profesyonelan li hespan siwar bûn.

Di festîvalê da ekîbên Mehteranê, Ekîba Şûr û Mertalê Osmaniya, Civata Reqs û Muzîkê ya Dinyaya Tirk a Dewletê ya Îzmirê, ekîbên lîstikên gel ên herêmî konser dan.

Di festîvalê da digel pêşbirkên sporê ji bo zarokan jî aktivîte hatin kirin.

- Di çadira AAyê da têkoşîn

Di festîvalê da çadira AAyê jî hat vegirtin û welatî beşdarî parkura nûçegihaniya şer bûn.

AAya ku şirîkê ragihandina global a organîzasyonê ye, di çadira ku vekir da welatiyan demeke bi dilê xwe derbas kirin.

Bi tevkariya Akademiya Nûçeyan a AAyê û Akademiya Polêsan Perwerdeya Nûçegihaniya Şer dewam dike û parkureke perwerdeyê li qada Festîvala Çandê y

Etnosporê di çadira AAyê da hat tecrubekirin.

Piştî ku tevdîrên ewlehiyê hatin hildan, welatiyan êlengên pola li xwe kirin û kask dan serê xwe û ji bo ku parkurê di dema herî kin da kuta bikin, ketin pêşbaziyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.