Xeberên saziyî

Wêneyên xelatkirî yên "Istanbul Photo Awards"ê ji bo cara 5emîn li Navenda Giştî ya NYyê tên pêşandan

Betül Yürük   | 21.10.2021
Wêneyên xelatkirî yên "Istanbul Photo Awards"ê ji bo cara 5emîn li Navenda Giştî ya NYyê tên pêşandan

New York

Wêneyên xelatkirî yên pêşbaziya wêneyan a navneteweyî "Istanbul Photo Awards 2021" ya Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo cara 5emîn li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tên pêşandan.

Pêşangeha wêneyên xelatkirî yên "Istanbul Photo Awards 2021"ê li Navenda Giştî ya NYyê vebû.

Piştî ku li Mala Tirkan a li New Yorkê hat pêşandan, pêşangeh îro li NYyê hat vekirin.

Pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2021"ê dê heta 29ê Cotmehê vekirî bimîne.

Di pêşangehê da şewba Kovîd-19ê di serî da wêneyên teqîna Beyrûtê, Şampiyonaya Superbike ya Dinyayê û her wiha bijareyeke 40 wêneyên bûyerên sala çûyî tên nîşadan.

Sponsorên fermî yên pêşangehê Rêhewayên Tirk û Ajansa Hevkarî û Kordînasyona Tirkan e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.