Xeberên saziyî

Wêneyên hatin xelatkirin ên Istanbul Photo Awards 2021ê li Enqereyê tên pêşandan

Eda Özdener   | 12.10.2021
Wêneyên hatin xelatkirin ên Istanbul Photo Awards 2021ê li Enqereyê tên pêşandan

Ankara

 Yekemîn pêşangeha wêneyên hatin xelatkirin ên pêşbaziya navneteweyî ya wêneyên nûçeyan a Ajansa Anadoluyê (AA) Istanbul Photo Awards 2021ê li Enqereyê vebû.

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Serdar Karagoz di destpêka pêşangeha li CerModernê da axivî û her wiha di serê axaftina xwe da jî efekta dengê unîteya nexweşiyên giran da guhdarîkirin.

Karagoz qala wêneya Mohammed Shajahan kir ku di kategoriya Kit Wêne ya "Istanbul Photo Awards 2021"ê da bû yekemîn û wiha got, "Mehmûdaya 44 salî ya di karantînayê da hewl dide ji pişt derî va kulîlkên rojbûnê yên ku keça wê anîn, bêhn bike."

Karagoz bal kişand ku ev çîrok kurteya hem sala 2020 û hem jî ya 2021ê ye û diyar kir ku vîrusa koronayê tesîr li hemû qadên jiyanê kir û jiyan veguherand.

Karagoz diyar kir, ji qadên şer ên wekî Azerbeycan, Sûriye û Libnanê bigire heya herêmên afatan, gelek wêne di pêşangehê da hene û wiha axivî, "Em wisa difikirin ku sînorên wêneyê tuneye. Wêneyek ji Bangladeşê, yek ji Yewnanistanê yek ji ciyekî din ê dinyayê ye, lêbelê her yek jê hesta wê kêliyê diqefêle. Ew hesta ku di hundirê wê çargoşeyê da tê zeftkirin, bi sedan salan li wir dimîne."

Karagoz bal kişand ku ji hemû dinyayê eleqe ji bo Istanbul Photo Awardsê hat nîşandan, pêşangeh hefteya din dê li New Yorkê were lidarxistin, heger sînordarkirinên şewbê rê bide ew ê paşê li Japonyayê û li ciyên din ên dinyayê jî li dar bixin.

Karagoz diyar kir, 15 hezar wêne ji pêşbaziyê ra hatin şandin, ji van 14 wêne hatin xelatkirin û di pêşangeha ku îro vebû da jî 74 wêneyên van wênekêşên xelatkirî hene.

Karagoz spasiya kesên beşdarî pêşbirkê bûne kir û ji ber alîkarî û piştgiriyê spasiya TÎKA, THY û CerMordernê kir.

Hasan Oymezê Rêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê pêşangeh bi Midûr Karagoz û mêvanan da gerandin.

Serokê Lijneya Rêvebiriya TRTyê Ahmet Albayrak, Balyozê Enqereyê yê Bangladeşê Mesûd Mannan, Balyoza Enqereyê yê Zelandaya Nû Wendy Jane Hinton, Balyozê Enqereyê yê Komara Çekan Pavel Vacek, Balyozê Enqereyê yê Paraguayê Ceferino Adrian Valdez Peralta jî beşdarî merasimê bûn.

Karagoz kataloga wêneyên di pêşbirkê da xelat stendine tê da heye wek diyarî da Ozan Sagdiç, Ahmet Albayrak û balyozan.

Ugur Yildirimê di pêşbirkê da di Kategoriya Nûçeyên Rêzê da bûye duyemîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew kêfxweş e ku ji juriyê xelateke wiha hildaye.

Yildirim got dema Şerê Qerebaxê ya Duyemîn da ew 50 roj li Azerbeycanê maye li wir êş û travmayên însanan, zirara ku şer daye herêmê wek wêne kişandiye.

Yildirim wiha dewam kir: "Wezîfeyeke zehmet bû. Gelek rêbazên nîşandana şer hene ku wêne jî ji wan yek e. Lê şûna ku wêneyên eskeran bikşînim min wêneyên însanan û tesîra şer a li ser wan kişand. Min di van rêzewêneyan da rewşa herêma Qerebaxa Çiyayî nîşan da."

Pêşangeha ku sponsoriya wê THY û TÎKA dike li CerModernê wê heta 24ê cotmehê vekirî be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın