Xeberên saziyî

"Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Serdema 21emîn" a AAyê ber bi bidawîbûnê ye

İbrahim Halil Aktürk   | 30.06.2022
"Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Serdema 21emîn" a AAyê ber bi bidawîbûnê ye

Ankara

"Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Serdema 21emîn" a ku bi hevkariya Ajansa Anadoluyê (AA), Serokatiya Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirk (TÎKA) û Akademiya Polêsan va tê dayîn ber bi bidawîbûnê ye.

Ji ber destpêkirina perwerdehiyê li AA Atolyeyê merasim hat kirin, Sirûda Neteweyî hat xwendin û fîlma Nûçegihaniya Şer a AAyê hat temaşekirin.

Bi vê perwerdehiya nûçegihaniya şer va armanc ew e, nûçegihanên ku dê di şer, afat û rewşên awarte da peywirê bikin, bira bizanibin dê çawa tevbigerin û çi bikin.

Her wisa perwerde ji hêla kesên pisporê qada xwe hem teorîk û hem jî bisepan tê dayîn.

Di çarçoveya perwerdehiyê da beşdar di mijarên wekî alîkariya pêşîn, afatên xwezayî, bûyerên civakî, ekîpmanên gule tê da naçin, di avê da xweparastin, teqemenî, mayin û qadên xeternak, întiqal û kampa şevê, ewlekariya wesayîtê û rêbazên ajotina bi pêş da jî tên perwerdekirin.

Ji 8 welatên Afrîkayê 14 mensûbên çapemeniyê jî beşarî perwerdeya serdema 21emîn bûn û kursiyeran li binkeya Golbaşiyê ya Serokatiya Akademiya Polêsan teknîkên parastina jinêzva hîn bûn. Her wisa kursiyer di Bendava Kesikkopruyê da jî ji polêsan fêrî emilandina êlengê avê, xwenoqîavêkirin û rêbazên nexeniqîna di avê da bûn.


​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın