Xeberên saziyî

Pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2021"ê li New Yorkê vebû

Betül Yürük   | 19.10.2021
Pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2021"ê li New Yorkê vebû

New York

Pêşangeha wêneyên xelatkirî yên pêşbaziya wêneyan a navneteweyî "Istanbul Photo Awards 2021" ya Ajansa Anadoluyê (AA) li New Yorkê li Mala Tirkan vebû.

Di pêşangehê da ku bi mazûvaniya Nûnertiya Daîmî ya Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) va û bi beşdariya Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Ajansa Anadoluyê Doç. Dr. Îsmaîl Çaglar û Alîkarê Midûrê Giştî Oguz Enîs Peru va vebû, wêneyên xelatkirî yên "Istanbul Photo Awards 2021"ê hatin pêşandan.

19.10.2021

Pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2021"ê li New Yorkê vebû

Pêşangeha wêneyên xelatkirî yên pêşbaziya wêneyan a navneteweyî "Istanbul Photo Awards 2021" ya Ajansa Anadoluyê (AA) li New Yorkê li Mala Tirkan vebû.

Nûnerê Daîmî yê Tirkiyeyê yê NYyê Feridun Sinirlioglu, Konsolosa Tirkiyeyê li New Yorkê Reyhan Ozgur, nûnerên mîsyonên biyanî û rojnamegerên biyanî beşdarî vebûna pêşangehê bûn.

Edîtorê Nûçeyên Amerîkayê yê Ajansa Anadoluyê Hakan Çopur mêvan li pêşangehê gerandin.

Pêşangeha Istanbul Photo Awards dê di navbera 20-29ê Cotmehê da li Navenda Giştî ya NYyê jî were pêşandan.

Sponsorên fermî yên pêşangehê Rêhewayên Tirk û Ajansa Hevkarî û Kordînasyona Tirkan e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın