Xeberên saziyî

Li Bosna Hersekê ji bo xebatên wê yên fedekar plaket dan Ajansa Anadoluyê

Zlatan Kapic, Sanela Crnovrsanin   | 29.08.2021
Li Bosna Hersekê ji bo xebatên wê yên fedekar plaket dan Ajansa Anadoluyê

Bosnia and Herzegovina

Li Bosna Hersekê Komeleya Xebatkarên Rojnameger û Medyayê ya Nino Caticê ji bo xebatên wê yên fedakar plaket da Ajansa Anadoluyê (AA).

Ji bo bîranîna rojnameger nivîskar Nihad Nino Catic ku di Nijadkujiya Srebrenitsayê da hat kuştin, plaketan didin rojnameger û ajansên nûçeyan. Îsal plaket dan AAyê jî.

Nûnerên komeleyê ofîsa Saraybosnayê ya AAyê ziyaret kir û diyar kir, nûçeyên ku AA çêdike li welêt ji aliyê saziyên medyayê yên din va bi eleqeyeke mezin tê teqîbkirin.

Nûnerên komeleyê destnîşan kirin ku AAyê li Bosna Hersekê ji herêmên ku kêmasiya enformasyonê lê hene jî nûçeyan radigihînin.

Edîtorê Boşnakî-Xirvatî-Sirbî (BHS) Hakan Çelîk plaket li ser navê AAyê teslîm hilda û diyar kir ku ew serbilind e ku plaket hilda û wiha got, "Di heman demê da ez xemgîn im jî. Ji dêvla ku vê plaketê hildim, min dixwest ku Nino li jiyanê bûya, li Srebrenitsayê komkujî çênebûya. Min dixwest ku ez pê ra rûniştama û li ser paşerojê pê ra biaxiviyama. Li Srebrenitsayê herî kêm 8 hezar û 372 kes, 8 hezar û 372 jiyan û 8 hezar û 372 plan hatin qetilkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın