Xeberên saziyî

Castroyê Balyozê Enqereyê yê Şîliyê AA ziyaret kir

Muhammet Tarhan   | 01.09.2021
Castroyê Balyozê Enqereyê yê Şîliyê AA ziyaret kir

Ankara

E.Arcos Castroyê Balyozê Şîliyê yê li Enqereyê Midûriyeta Giştî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz, Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî Yusuf Ozhan mazûvaniya Balyoz Castro kirin.

Karagoz got ji ber ku mazûvaniya Balyozê Şîliyê yê li Enqereyê Castro dike memnûn e.

Karagoz destnîşan kir ku di navbera Tirkiyeyê û Şîliyê da gelek qadên hevkariyê hene û bal kişand ser giringiya rola AAyê û medyayê ya ji bo qeyînkirina têkiliyên herdu welatan.

Ozhanê Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî jî der barê xebatên sazîbûna kurewî ya AAyê û Akademiya Xeberan a AAyê da agahî da.

Karagoz jî qala "Perwerdeya Nûçegihaniya Şer" a Akademiya Xeberan a AAyê li dixe, kir û got dixwaze rojnamevnên ji Şîliyê jî beşdarî bernameyê bibin.

Karagoz destnîşan kir ku li Şîliyê 9 nûçegihanên serbest ên AAy hene, daxwaza wan ew e ku li welêt nûnertiyeke mayînde ava bikin.

Castroyê Balyoz jî bal kişand giringiya AAyê û medyayê ya ji bo qeyînkirina têkiliyên herdu welatan.

Castro destnîşan kir ku rêzefîlmên Tirkiyeyê li Şîliyê jî tên temaşekirin û der barê hilbijartina giştî û xebatên ji nû va nivîsandina anûna bingehîn da agahî da Karagoz.

Castro got ji bo rojnamevanên ji Şîliyê beşdarî "Perwerdeya Nûçegihaniya Cengê" bibin ew ê hewl bidin.

Karagoz di dawiya ziyaretê da diyarî da Castro.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın