Xeberên saziyî

Ajansa Anadoluyê ji Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê "Belgenameya Navenda AR-GEyê" hilda

- Ajansa Anadoluyê ji bo derfetên teknolojîk û qebîliyetê derxe asta herî baş hemû bernameyên nivîsbariyê yên jê ra lazim dikin li Navenda AR-GEyê ya di sala 2019an da ava kiribû, bi derfetên xwe çêdike.

Ahmet Sertan Usul   | 17.11.2021
Ajansa Anadoluyê ji Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê "Belgenameya Navenda AR-GEyê" hilda

Ankara

 Ajansa Anadoluyê (AA) bi armanca ji derfetên teknolojîk baş îstifade bike û qebîliyeta wan derxe asta herî baş di sala 2019an da Navenda AR-GEyê ava kir û ji bo wê jî ji Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê "Belgenameya Navenda AR-GEyê" hilda.

Ji hêla AAyê va her roj bi 13 zimanî nêzî 2 hezar nûçe tên weşandin. Nûçe, dîmen û wêneyên ji alî AAyê va tên amadekirin bi armanca ku bi lez û bez bigihîjin kiryaran Navenda AR-GEyê ya AAyê hewl dide û xebatan dimeşîne.

Navenda AR-GEyê ji nivîsbariya pergala nûçeyan bigir heta qeydkirina dane û dîmenan di gelek qadan da xebatan dike û di vê qadê da jî ji ajansên nûçeyan û medyayê ra dibe mînak.

Navenda AR-GEyê ya ku di sala 2019an da di bin banê AAyê da hatibû damezrandin ji Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê "Belgenameya Navenda AR-GEyê" hilda.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın