Xeberên saziyî

Xebatên juriya "Istanbul Photo Awards 2021"ê dest pê kirin

Aişe Hümeyra Bulovalı   | 04.05.2021
Xebatên juriya "Istanbul Photo Awards 2021"ê dest pê kirin

Istanbul

Xebatên juriya pêşbaziya wêneya nûçeyê "Istanbul Photo Awards 2021"ê dest pê kirin.

Wênegirên profesyonel bi wêneyên xwe yên bûyerên kurewî va heya 18ê Adarê serîlêdana xwe ya ji bo pêşbaziya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) îsal ji bo cara heftemîn tê lidarxistin, kirin.

Endamên juriyê yên li 6 welatên cuda dê bi rûniştinên online wêneyên serkeftî yên salê hilbijêrin.

Pêşbazî dê di şeş kategoriyên da were kirin û her wiha serkeftiyên pêşbaziya ku jê ra 15 hezar wêne hatin şandin dê 11ê Gulanê bên ragihandin.

Fotonûçegihanê Reutersê Goran Tomasevic, Fotonûçegihanê Ajansa NOORê Yuri Kozyrev, Vebêja Dîtbarî Marion Mertens, Dîrektorê Belavkirina Wêneyan û Pêşvebirina Kar ê AFPê yê berê Michel Scotto, nivîskar û nûçegihana wêneyan Deborah Copaken, Serwênekêşê Nûçeyan ê Sporê yê Getty Imagesê Cameron Spencer, nûçegihanê wêneyan Ahmet Sel, Rêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî ya AAyê Hasan Oymez û Edîtorê Wêneyan ê AAyê Firat Yurdakul di juriyê da ne.

Fotonûçegihanê ku xelata "Wêneya Salê" werbigire dê 6 hezar dolar pere qezenc bike.

Ji bo yekemînên her kategoriyê her yekî 3 hezar, ji bo duyemînan her yekî hezar û 500, ji bo sêyemînan jî her yekî jî hezar dolar pere wê wek xelat bê dayîn. Di kategoriyên "Jiyana Rojane ya Rêze" û Portreya Rêze" da jî bi tenê ji bo yekemînan wê xelat bê dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.