Xeberên saziyî

Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Kazanci yekemînên "Wêneyên Salê" yên AAyê pîroz kir

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Şenol Kazanci got, "Hûn hevalên me yên ku bi tenê ne geşedanên siyasî û aborî dişopînin, hûn geşedanên jiyanê jî, yên werzîşê jî û yên nûçeyê jî dişopînin. Em we pîroz dikin."

Abdullah Tel,Türkan Tosun,Ahmet Aydın   | 14.01.2020
Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Kazanci yekemînên "Wêneyên Salê" yên AAyê pîroz kir

Ankara

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci, Alîkarên Rêveberên Giştî yê AAyê Metîn Mutanoglu û Mustafa Ozkaya yekemînên "Wêneyên Salê" yên AAyê ku encam diyar bûbû, pîroz kirin.

Kazanci, Behçet Alkanê di kategoriya nûçeyê da wêneya wî ya bi navê "Mehmetçîk rûyê zarokan geş kir" û Huseyin Yildizê di kategoriya jiyanê da wêneya wî ya bi navê "meşa spî" ku bûn yekemîn, qebûl kir lê Mustafa Yalçinê di kategoriya werzişê da wêneya "Silava eskeran a fitbolîstên neteweyî" ku di rêza ewil da cih girtibû ji ber pirsgirêka sihetê tevlî bernameyê nebû.

Rêveberê Giştî Kazanci ji Yildiz û Yalçin ra got ku di dengdayîna beşdarvan gelek bûn da bidestxistina yekemîntiyê serkeftineke mezine û karê birin serî ji bo nasandina AAyê, bala welatiyan û eleqeya wênekêşan kişandinê xebateke girînge.

Kazanci destnîşan kir ku wêneya "Mehmetçîk rûyê zarokan geş kir" ji bo qisekirina Hereketa Kaniya Aştiyê xwediyê cihekî girîng e û yekemîn hilbijartina wê jî nîşan dide ku milet li hereketê xwedî derdikeve û wek nîşane ye.

Xwediyê berhema "Mehmetçîk rûyê zarokan geş kir" Behçet Alkan qala çîroka wêneyê kir û got ku wêne li Tel Halaf a ser Resûleynê derket holê lewra di şer da hemû kesên çekdar wek tehdîd tên qebûlkirin lê zarokan dema eskerên Tirkiyeyê dîtin ber bi alî wan va çûn û li dora wan kom bûn.

Alkan destnîşan kir ku wê demê eskerên Tirkiyeyê şekir û çîqolete dida zarokan û wiha domand: "Di vê wêneyê da çavê zarokê ku xwe avêtibû esker dibiriqî û pir ji dil bû. Ez dibêjim ji ber vê zêde balê dikişand."

- "Yekemîntiyeke hatiye heq kirin e"

Huseyin Yildizê wêneya wî ya "Meşa spî" ku di kategoriya jiyanê da bû yekemîn û tê da zarokên di nav berfê da diçin dibistanê xuya dikin got ku wî ew wêne li çiyayên Arasê yên di navbera Bazîd û Îdirê da ye, girt.

Yildiz got ew jî di nav şert û mercên vê wêneyê da xuya dike çûye dibistanê, çiqas hewl bê dayîn jî ev rê di nav nîv saetê da dihat girtin.

Rêveberê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Şenol Kazanci jî wiha behsa wêneyê Yildiz kir: "Wek her sal, îsal jî hûn bi karên gelek baş ve ketin pêşbaziyê. Bi ya min yekemîntiyê heq dike. Erd û esman spî ne, xwendekar rêyeke dirêj hatine û êpece jî diçin. Ev wêne derfetê dide me ku em li ser dûr û dirêj bifikirin û şîrove bikin."

Ji bo wêneyê di qada werzişê da bûye yekemîn ê bi navê "Silava eskeran a futbolîstên neteweyî" jî Kazanci wiha axivî: "Di pêşbirkeke normal da silava ku tê dayîn evqas tesîrê nake, lê li Fransayê, di deplasmanê da dema 1-1 em bûn beranber, ji bo kêfxweşiya wê golê bi rastî jî ev wêne pir watedar e.

Kazanci got Mustafa Yalçinê ev wêne girt li Fransayê li ser navê AAyê xwepêşandan dişopandin lê li wir rastî tundiya polêsan hat û bi xedar birîndar bû.

Kazancî anî ziman ew rewşa Yalçin ji nêz va dişopînin û wiha axivî: "Ew ne li vir e, lê divê em behs bikin ku bi rastî jî karekî baş bû. Bi taybetî pêşbirkên neteweyî li Tirkiyeyê demên wisa ne ku yekîtî çêdibe. Lê ev wisa bû ku ji vê jî derbastir bû, yekîtiyeke neteweyî bû. Lewra di heman demê da piştgiriya Herekata Kaniya Aştiyê jî bû."

Kazanci got wênêyên Yildiz û Yalçin ji bo nasandina Ajansa Anadoluyê ya di sala xwe ya 100emîn da ye karekî baş e, di çapemeniyê da jî gelekî behsa wan hatiye kirin.

Rêveber Kazanci got wek nûçegihanên AAyê feydeya wan gihîştiye saziyê û ew pîroz kirin.

- "Pêşbirka wêneyan a marka ya Tirkiyeyê"

Alîkarê Rêveberê Giştî û Gerînendeyê Weşana Giştî yê AAyê Metîn Mutanoglu jî pîrozbahî li yekemînan kir.

Mutanoglu bibîr xist ku derdora 280 hezar deng hatiye bikaranîn û di nava dengdaran de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî heye.

Mutanoglu anî ziman ku dengdana "Wêneyên Salê" li Tirkiyeyê bûye pêşbirkeke wêneyan a marka û got, "Jurî jî ji 8-10 kesan pêk nayê. Li Tirkiyeyê rapirsîn çêdibe, dibêjin me ji 'hezar û 500 kesî pirsî'. 270-280 hezar kesî bi zatê xwe ketine pergalê û bi hilbijartin deng dane. Ev jî wêneyên hevalan bi qîmettir dike. Ez wan pîroz dikim. Spasiya wan dikim."

Alîkarê Rêveberê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya jî pîrozbahî li yekemînan kir.

Piştî axaftinan Kazanci diyariyên Alkan û Yildiz dane wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.