"Perwerdeya Nûçegihaniya Dîplomasiyê ya Onlîne" ya bi hekariya AA û TÎKA dest pê kir

Ankara
"Perwerdeya Nûçegihaniya Dîplomasiyê ya Onlîne" ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) û Serokatiya Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) di çarçoveya Bernameya Perwerdeya Nûçegihanan a TÎKAyê da li dar xistin dest pê kir.
Alptekîn Cîhangîr Îşbîlîrê Midûrê Akademiya Xeberan a AAyê di vekirina bernameya perwerdeyê da axivî û bal kişand ser girîngiya hêzdarkirina kapasîteya medyaya herêmî ya li welatên dost û bira ya ku bi hevkariya TÎKAyê tê amadekirin. Di vê bernameyê da nûnerên medyaya Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur û Bosna Hersekê perwerdeyê dibînin.
Îşbîlîr diyar kir ku AAya nûjeniyan ji nêz va dişopîne bi navbeynkariya Akademiya Xeberan va tecrube û vizyona nûçegihaniyê bi nûnerên medyayê yên li dinyayê ra parve dike û ew ê vê bidomîne û wiha pê da çû: "Di perwerdeya nûçegihaniya dîplomasiyê ya me da destpêkirin da em ê hem qala teknîkên klasîk bikin hem jî perwerdeya medyaya sereke jî bidin."
- Ew ê tevkariyê bide pêşketina nûçegihanan
Ugur Tanyeliyê Serokê Daîreya Hevkariyê û Têkiliyên Derva ya TÎKAyê jî diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ya ku di sala 2020î da derkete holê dest bi perwerdeyên onlîne kirin, di vê çarçoveyê da perwerde dan ji 300î zêdetir nûnerên medyayê.
Tanyelî bal kilşand ku bernameya perwerdeyê ew ê tevkariyê bide têkiliyên di navbera herêmê da û wiha axivî: "Bawer dikim ku perwerdeyê tevkariyê bide pêşketina nûçegihanan û zêdekirina tecrubeyên nûçegihanan."
Bernameya perwerdeyê ew ê 3 rojan dewam bike û 29 nûçegihanên ji KTQByê û Bosna Hersekê beşdarî bernameyê bibin. Di bernameyê da bi sernavên wekî "Nûçegihaniya Dîplomasiyê", "Analîza Pevçûn û Herêmên Kirîzê", "Di Xeberên Navneteweyî Da Rojev û Çavkanî", "Teknîkên Hevpeyvînê Yên Bingeh û Pêşketî", "Di Xeberên Navneteweyî Da Rojhilata Navîn" û "Di Xeberên Navneteweyî Da Ewropa" perwerdeyê were dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.