"Komxebata Sûcên Milkiyetê yên Fikrî û Tenduristiya Gel" a bi hevkariya Midûriyeta Şaxa Navendî ya Sûcên Milkiyetê yên Fikrî ya Serokatiya Daîreya Ewlehiyê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê (EGM) û Ajansa Anadoluyê (AA) va tê lidarxistin, dest pê kir.
Komxebata ku li otelekê li Enqereyê tê lidarxistin di warê têkoşîna li dijî sûcên milkiyetê yên fikrî da nûnerên saziyên kamuyê, rêxistinên navneteweyî, akademiyê û sektora taybet tîne cem hev.
Ji nêzîkî 40 welatan nûnerên dîplomatîk, personelên ewlehiyê, pisporên ji wezaretên peywendar, komeleyên pîşeyî, platformên e-bazirganî û nûnerên marqeyên neteweyî û navneteweyî beşdarî komxebatê dibin.
Ev kes ji xebatkarên di serî da Rêxistina Milkiyetê ya Fikrî ya Dinyayê (WIPO), Yekîtiya Marqeyên Navneteweyî (INTA), Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) û Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) gelek şirket û rêxistinên ku li Tirkiyeyê kar dikin, pêk tên.
Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Alî Fîdan di axaftina xwe ya vekirinê ya komxebatê da diyar kir ku milkiyeta fikrî di bingeha xwe de ji hêla qanûnî va parastina aqil, keda mirovan û ramanên nûjen e.
Fîdan anî ziman binpêkirina mafê milkiyetê dibe sedem ku derman û berên sexte yên ku carinan dibin sedema mirinê jî bên çêkirin û firotin û ev jî ji hêla ewlehiya kamuyê va tehdîdeke mezin e.
Fîdan daxuyand ji ber binpêkirina vê mafê sextekarî, aboriya ku nayê qeydkirin xurt dike, nedana bacê belav dibe û çavkaniyên ku piştgiriyê didin şebekeyên sûcan û terorê xurt dibin.
Fîdan destnîşan kir ku ji ber van rewşan avakirina aboriyeke neteweyî mumkin nabe û wiha axivî:
"Ji bo dînamîkên sûcî yên dibin dijîtal, anonîm û ji sînorên neteweyî derbas dikin, têkoşîneke ji helwestên ewlekariya klasîk wêdatir hewce dike. Wekî Teşkîlata Ewlekariyê em li hemberî van tehdîdên nifşa nû, binesaziya xwe ya teknolojîk bi veberhênanên qerase va xurt dikin, personelê xwe perwerde dikin da ku bersivê bidin pêdiviya dema xwe. Em têkoşîna xwe ya dijî sûcên milkiyeta fikrî bênavber û bêtawîz didomînin."
Gokhan Demîrtolayê Serokê Daîreya Karûbarên Derva ya EGMyê jî bal kişand ku sûcên fikrî û milkî bi tenê teqlîda marqeyên bazirganiyê nînin, ev sûc bûne jêdera herî mezin a fînansî ya rêxistinên sûcê organîze.
Demîrtola bal kişand ku ev sûc bûne terora dijî tenduristiya gel û destnîşan kir ku EGM bi saziyên navneteweyî ra bi kordîne dixebite da ku mafê milkiyeta fikrî parastî bimîne.
Eray Kaplanê Alîkarê Serokê Saziya Derman û Cihazên Tibî ya Tirkiyeyê jî bal kişand ku têkoşîna dijî dermanên sexte, bi tenê parastina mafê marqeyê nîne, her wisa parastina tenduristiya gel e û domandina pêbaweriya pergala tenduristiyê ye.
Kaplan diyar kir ku 4 unsûrên sereke yên zincîra tedarikê hene û bal kişand ku bi pergala derman şopandinê va ya ku li dinyayê cara ewil li Tirkiyeyê tê cîbicîkirin, hemû pêvajo tên şopandin.
Kaplan got ku bi saya serê pergala derman şopandinê va ew yek ne mumkin e ku dermanên qaçax û bêrûxset têkevin nav zincîra tedarika qanûnî.
Kaplan bal kişand ku firotina dermanan li ser înternetê, tehdîdeke pir mezin e û wiha dewam kir, "Divê bi tu awayî ji dervayî zincîra tedarika qanûnî derman neyên bîterkirin û bidestxistin. Di înternetê da heger dermanek were firotin, ev teqez yan qaçax e yan jî sexte ye."
Di çarçoveya komxebatê da pêşangeh hat vekirin ku berhemên sexte û rasteqîn yên marqeyan bên nîşandan da ku beşdar di warê mijarê da hişyar bin û bibin xwedî agahî.