Tirkiye

Îsal 5 hezar çivîk li Cineta Çivîkan a Erezê firîn

Hüseyin Yıldız  | 10.06.2021 - Rojanekırın : 11.06.2021
Îsal 5 hezar çivîk li Cineta Çivîkan a Erezê firîn

Iğdır

Navenda Perwerde û Lêkolîna Çivîkan a Erezê ya li Îdirê li ser rêya çivîkên koçber ên ji Asya, Ewropa û Afrîkayê koç dikin cî digre. Di heyama adar û hezîranê da 5 hezar û çivîkên ji 97 cisnên cuda hatin herêmê.

Xebatên li îstasyona li Çiyrixliya Jor a gundê Tuzlucaya navçeya Îdirê her sal tevkariyê didin zanista çivîkan.

Ji ber tebîeta kesk û hêşin, herêmên avê, dewlemendiya xurekê û rûyê erdê wê her sal gelek çivîk herêmê wekî hêlîna kurkê bi kar tînin.

Wezîfedarên îstasyonê her sal çivîkan qeyd dikin û ref refî wab berî tebîetê didin.

Pisporên li navenda lêkolînê bi dildarî xebatên xwe didomînin ligel hişkahiya li dinyayê dewam dike xebatên xwe domandin û jiadarê hetanî hezîranê 5 hezar çivîkên ji 97 cisnên cuda qeyd kirin.

Kayahan Agirkayayê berpirsyarê îstasyonê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku navenda wan 16 sal e tevkariyê dide xebatên li ser çivîkan.

Agirkaya diyar kir ku îsal ligel hişkahiyê sezoneke têr û tijî derbas kirin û wiha pê da çû: "Vê sezonê me ji adarê vir da 5 hezar çivîkên ji 7 cisnên cuda xistin ref. Bi rastî sezoneke têr û tijî bû. Îsal tesîra hişkahiyê li vê derê jî hat dîtin. Bi vê ra me çivîkên ji cisnên cuda jî girtin. 13 dildar beşdarî xebatên me bûn. Ji Swêdê hetanî Amerîkayê dildarên me hene."

Agirkaya got Cineta Çivîkan a Erezê ji hêla ciyê xwe va gelekî girîng e û wiha axivî:

"Ev dera ji bo rêya çivîkên Başûrê Rojhilatê Ewropayê zehf girîng e. Rêça çivîkên Asya, Ewropa û Afrîkayê li vê derê digihîje hev. Me li vê derê çivîkên ku qet li van deran nehatine dîtin jî girt û ji wan ra jî ref çêkir. Vira bi rastî zehf dewlemend e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.