Tirkiye

"Îro li Diyarbekir û Wanê turîzm ji sedî 100 baş diçe"

"Îro li Diyarbekir û Wanê turîzm ji sedî 100 baş diçe. Karê esnafan her roj baştir dibe." Ç

Türkan Tosun  | 21.05.2018 - Rojanekırın : 21.05.2018
"Îro li Diyarbekir û Wanê turîzm ji sedî 100 baş diçe"

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Îro li Diyarbekir û Wanê turîzm ji sedî 100 baş diçe. Karê esnafan her roj baştir dibe."

Soylu ji bo mitînga "Lanet li Zulmê, Piştgirî bo Qudsê" ya ku bi beşdariya Serokwezîr Bînalî Yildirim li Diyarbekirê hat lidarxistin bû û piştî mitîngê çû fitarê û li wir axivî.

Wezîr Soylu behsa Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û got wî bi salan e dev ji dilsoziya xwe bernedaye ji bo ku birayên me yên kurd di nav aramiyê de bijîn hin rîsk hildaye.

Soylu got hinekan nexweşxane, dibistan şewitandin, nehîştin doxtor û mamoste bên hêrêmê lê ev projeya wan têk çûn.

Soylu anî ziman li Mêrdînê yek odeyeke vala ya otelekê jî nemaye hemû tije ne û wiha dewam kir: "Îro li Diyarbekir û Wanê turîzm ji sedî 100 baş diçe. Karê esnafan her roj baştir dibe. Ewladên me yên diçin zanîngehê bihêvî dahatûyê dinêrin. Çawa ku ciwanekî li Stenbolê bihêvî dahatûyê dinêre, îdiaya me ew e ku her yek ciwanê li Hekarî, Şirnex û Kastamonuyê jî wê bihêvî dahatûyê binêre."

Ji bo bajarê Diyarbekirê Soylu got dibêjin ev der Parîsa Rojhilatê ye, lê dîroka vê şaristaniyê ya Parîsê kevintir e û anî ziman yên ku dixwazin vî gelî ji hev perçe bikin nikarin bi ser bikevin.

Wezîr soylu behsa xebatên şaredariyên ku lê kes hatine wezîfedarkirin jî kir û got bi xizmetên wan ve niha 24 saet ava paqij tê, cihên ku rê nediçûn niha rêyên asfalt hatine çêkirin, navendên jinan, salonên sporê, avahiyên taziyeyê hatine vekirin û gelek xizmet tên kirin.

Piştî axaftinê formaya Diyarbekirsporê diyarî dan Soylu.

Gelek welatiyan bi Soylu re wêne da kişandin, wî jî pêlîstok diyariyê zarokan kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.