Tirkiye

Îdiaya nehiştine wezîfedarên sandoqan herin ser wezîfeya xwe

Dulgeroglu got, "Li du gundên me di navbera mişahidên sandoqan ên HDPyê û wezîfedar û parêzvanan de nîqaş çêbû. Li ser bûyerê agahî dan hêzên ewlekariyê û kesên navborî bi ewle gihandin herêmên lê wezîfedar in."

Sevim Hatun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 25.06.2018
Îdiaya nehiştine wezîfedarên sandoqan herin ser wezîfeya xwe

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Qaymeqamê Qulpa navçeya Diyarbekirê Fatih Dulgeroglu der barê îdiayên nehiştine du wezîfedarên ser sandoqan yên li du gundên ser navçeyê wezîfedar herin ser wezîfeya xwe da got, "Li du gundên me di navbera mişahidên sandoqan ên HDPyê û wezîfedar û parêzvanan de nîqaş çêbû. Li ser bûyerê agahî dan hêzên ewlekariyê û kesên navborî bi ewle gihandin herêmên lê wezîfedar in. Wezîfedarên ser sandoqan wezîfeya xwe dikin."

Hat diyarkirin ku nûçeyên ji ser medyaya civakî hatin parvekirin û hat îdiakirin ku destûr nedane wezîfedarên sandoqan ên HDPyê yên li gundê Koçkar û Aygunê li wesayita fermî ya ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind va hatibû texsîskirin siwar bibin rast nînin.

Qaymeqam Dulgeroglu got ku îdiayên navborî rastiyê nîşan nadin, îdiayên ji ser medyayê ra hatin parvekirin bi armanca manîpulasyonê hatin belavkirin û wiha dewam kir:

"Danê sibê li du gundên me di navbera mişahidên sandoqan ên HDPyê û wezîfedar û parêzvanan de nîqaş çêbû. Li ser bûyerê agahî dan hêzên ewlekariyê û kesên navborî bi ewle gihandin herêmên lê wezîfedar in. Wezîfedarên ser sandoqan wezîfeya xwe dikin."

Li herêmê raydayîn dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın