"Zarokên xwe didin xwendin, zarokên me derdixin serê çiyê"
Malbateke din jî tevlî dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dimeşînin bû
Diyarbakir
Malbateke din jî tevlî dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dimeşînin bû.
Çalakiya dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û ji 3yê îlonê vir da li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê çalakiyê rûniştinê dikin dewam dike.
Halît Altunê ji Mûşê hat û tevlî çalakiyê bû di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Muhsînê kurê wî ji vir 4 sal berê dema li Beşa Endezyariya Kompîterê ya Zanîngeha Înonuyê ya li Meletiyê dixwend xapandin û derxistin çiyê.
Altun destnîşan kir ku ajokariyê dike pê 8 zarokên xwe xwedî dike û debara mala xwe dike. Altun got ku kurekî wî jî li Enqereyê eskeriya xwe dike.
Altun got daxwaza wî ew e ku bigihêje kurê xwe yê 4 sal e hesret maye û wiha axivî: "Ez ji dewlet, milet û alaya xwe ra sadiq im."
Altun diyar kir ku di encama lêkolînan da tesbît kir ku kurê wî birine aliyê Kobanêyê û wiha pê da çû: "Ji bo kurê xwe tu cî nema ku ez herim. Her tim ciyekî din nîşan didin. Ez 2 salan li mala xwe nemam. Min hemû fedakarî kirin lêbelê min rêça kurê xwe nedît."
Altun axaftina xwe wiha domand: "Min çalakiya rûniştinî dît û biryar da ku beşdar bibim. Ez HDPyê wekî berpirsyar dibînim. Zarokên me dibin. Çima zarokên xwe nabin? Dema zarokên xwe jî bibin em ê bêjin sîstem wisa dixebite. Zarokên xwe didin xwendin, zarokên me derdixin serê çiyê."