Tirkiye

Yek ji terorîstên ku êrîşa terorê ya li Beşîktaşê kir hat girtin

Wezareta Karên Navxweyî da zanîn ku Mesut Bakarê ku yek ji terorîstên tevlî êrîşa bibombe ya di 2016an da li dora Vodafone Parkê hatibû kirin û tê da 39 jê polês 46 kes şehîd ketibûn bibû ye li Hekariyê hat girtin

12.06.2019
Yek ji terorîstên ku êrîşa terorê ya li Beşîktaşê kir hat girtin

Ankara

Terorîstê tevlî êrîşa bibombe ya di 2016an da li dora Vodafone Parkê hatibû kirin û tê da 39 jê polês 46 kes şehîd ketibûn bibû li Hekariyê hat girtin.

Di daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn da hat bibîrxistin ku di êrîşa terorê ya bibombe ya ku di 10ê kanûna pêşîn a 2016an da piştî pêşbirka Beşîktaş-Bursasporê ya li Stenbolê hat lîstin dora Vodafone Parkê hat kirin da 39 jê polês 46 kes şehîd ketin.

Di operasyona ku Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li mezraya Çatalkayayê ya gundê Bolukê ya Gevera navçeya Hekariyê operasyon kirin û di operasyonê da Mesut Bakarê ku ji sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya PKKê" lê digeriyan hat girtin.

Hat tesbîtkirin ku terorîst yek ji wan kesan e ku êrîşa terorê ya bibombe ya li dora Stadyuma Vodafone Parkê kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın