Tirkiye

Yek ji failê êrîşa ku dergûş Bedirxan û diya wî şehîd ketibûn, mirî hat bidestxistin

30.06.2020
Yek ji failê êrîşa ku dergûş Bedirxan û diya wî şehîd ketibûn, mirî hat bidestxistin

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî daxuyand li Yuksekovaya navçeya Hekariyê tîmên qomandoyê yên cendirmeyan ên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a bajêr operasyonek kirin û terorîstek hat berterefkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat gotin, hat tesbîtkirin ku terorîstê hat berterefkirin yek ji failên êrîşa di 31ê Tîrmeha 2018an da ye ku wê demê li ser rêya Baregeha Kalanayê teqemenî hatibû teqandin û Nurcan Karakayaya jina Çawîşê Serefser yê Cendirme Serkan Karakaya û dergûşa wî Bedirhanê 11 mehî şehîd ketibûn.

Hat gotin navê teorîst Adil Akyurek e, nasnavê wî "Partîzan" e ku di kategoriya gewr da lê digeriyan û ji bona qefaltina wî 500 hezar lire xelat hatibû danîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin Akyurek qaşo berpirsyarê koma Mîrgezerê bû, bi wî ra roketavêjeke RPG-7, tivingeke piyadeyê ya M-16, 5 şarjor, muhîmata roketavêjekê, 2 bombeyên destan, dûrbîneke çekan a termal û geleh muhîmat hatin bidestxistin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın