Tirkiye

Yapicioglu: Heke pêşniyaze îtîfaqeke li ser bîra berjewendiyên gel û welêt be HUDA PAR dikare di nav de cih bigire

Fecri Barlık, Mehmet Niyazi Deniz   | 06.07.2022
Yapicioglu: Heke pêşniyaze îtîfaqeke li ser bîra berjewendiyên gel û welêt be HUDA PAR dikare di nav de cih bigire

Siirt

 Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu got, "Heke pêşniyaze îtîfaqeke li ser bîra berjewendiyên gel û welêt be û bi binemayên wê re guncaw be, HUDA PAR dikare di nav de cih bigire."

Yapicioglu di dema serdanên xwe yên li Sêrtê de civîneke çapemeniyê li dar xist û anî ziman ku di wê hêviyê de ne hilbijartin di wextê xwe de bê kirin.

Yapicioglu destnîşan kir ku heke biryara hilbijartineke pêşwext bê dayin, ji bo vê pêwîstî bicivîna meclisê heye û anî ziman ku heke meclisa ku ketiye tatîlê bicive û biryara hilbijartina pêşwext bide, dê encax amadekariyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê biharê biqede, ji bo vê jî pêwîstî bi prosedureke wisa nîn e.

Yapicioglu tekezî li wê yekê kir ku wekî heta nuha HUDA PAR di nava îtifaqekê de nîn e û wiha pê de çû:

"Pergala heyî ya hilbijartinê partiyan mecbûrî ketina nava îtîfaqan dike. Partiyên ku fikara wan a derbaskirina benda hilbijartinê heye, bi mebesta ku wê benda derbas bikin, pêwîstiya wan a bi îtîfaqê tê rojevê. HUDA PAR partiyeke wisa nîn e ku tenê ji bo derbaskirina benda hilbijartinê, bêje 'Her çawa be divê em di nava îtîfaqekê de cih bigirin'. Helbet heke pêşniyaze îtîfaqeke li ser bîra berjewendiyên gel û welêt be û bi binemayên wê re guncaw be, HUDA PAR dikare di nav de cih bigire. Lêbelê sekneke me yî wisa nîn e ku em bêjin; 'Her çawa be divê em di nava îtîfaqekê de cih bigirin'."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.