Tirkiye

Yalçin Ozçobanê berberê kal û nexweşan li ber dilê wan padîşah e

Yalçin Ozçobanê di şaredariya Îpekyoluya navçeya Wanê da dixebite bi dildarî mal bi mal digere û kal û nexweşên li erdê traş dike

Türkan Tosun  | 17.01.2019 - Rojanekırın : 23.01.2019
Yalçin Ozçobanê berberê kal û nexweşan li ber dilê wan padîşah e

Van

VAN

Li Îpekyoluya navçeya Wanê Yalçin Ozçobanê di şaredariyê da dixebite, diçe mala kal û nexweşên li erdê ne ser û rihê wan kur dike.

Yalçin Ozçoban (35) li Navenda Jiyana Bêasteng a şaredariyê dixebite, lê çend rojên hefteyê bi dildarî mal bi mal digere, kal û nexweşên li erdê ne traş dike.

Ozçoban him bi wan ra sohbet dike, moralê dide wan û him jî ji ber kurkirina ser û rihê wan diayên wan hildide.

- "Ez wan wek bavê xwe dihesibînim"

Ozçoban ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew 20 sal in berbertiyê dike û 2 sal e jî di şaredariyê da dixebite.

Ji bo karê ku bi dildarî dike jî Ozçoban wiha axivî: "Navenda Jiyana Bêasteng ji bo nexweş û kalan xebatek da destpêkirin. Me jî bi dildarî piştgirî da vê xebatê. Me malbatên nexweş û kal lê hene tespît kirin. Dema ew ji bo ku ez ser û rihê wan kur bikim têlefon dikin, ez heman diçim malên wan. Ez derdê wan guhdar dikim û paşê jî moralê didim wan. Dema ez wan traş dikim pir hestiyar dibim. Ez rabirdûya wan tînim pêş çavê xwe. Bi rastî jî dema ez wan traş dikim ez wan wek bavê xwe dihesibînim. Ew jî gelekî ji min hez dikin."

- "Hewcedariya wan bi me heye"

Ozçoban behsa tevgerên kal û nexweşan kir û wiha dewam kir: "Dema ez dikevim hundir şa dibin, hin caran jî digrîn. Ez jî li ber xwe nadim û dest bi girî dikim. Bi vê xizmetê va em rûyê germ ê dewletê nîşanî wan didin. Di van rojên sar ên zivistanê da nîşandana rûyê germ hesteke pir xweş e. Divê mirov xwedî li van mirovan derkevin. Hewcedariya wan bi me heye."

- "Him rihê min kur dike û him jî derdê min guhdar dike"

Bahattîn Durmazê 70 salî yê ku nexweşê li erdê ye jî wiha got: "Dema ku tê bi sebir derdên min guhdar dike. Ew kurê min e, her tiştê min e. Xwedê ji wî razî be. Him rihê min kur dike û him jî derdê min guhdar dike. Dema ez wî dibînim pir kêfxweş dibim."

Zubeyde Saylika jina Necdet Saylikê (62) ji ber ku xwîn firiyaye mêjiyê wî felc bûye jî got ji ber nexweşiya mêrê xwe ew nikare derkeve derva û wiha axivî: "Beriya vê xizmeteke wiha tunebû. Bi saya şaredariyê traşa mêrê min tê kirin. Bi rastî jî ew bi şefqetê vî karî dike. Mêrê min nahêle kes wî traş bike. Bi tenê dema ew tê destûrê dide wî. Xizmeteke gelekî baş e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın