Tirkiye

Xwendekara xwe ya ku bi saya serê wê çû zanîngehê, ziyaret kir

Sîbel Garîpa 7 sal berê li Gurpinara navçeya Wanê mamoste bû û wê demê bû wesîle ku xwendekareke wê ya bi navê Rabîa Kîrazci bixwîne, piştî salan çû zanîngeha ku Kîrazci li wir dixwîne û ew ziyaret kir

07.11.2019
Xwendekara xwe ya ku bi saya serê wê çû zanîngehê, ziyaret kir

Van

 Sîbel Garîpa 7 sal berê li Gurpinara navçeya Wanê mamostetî kiriye û wê demê bûye wesîle ku xwendekareke wê ya bi navê Rabîa Kîrazci bixwîne, piştî salan çû zanîngeha ku xwendekara wê li wir dixwîne û ew ziyaret kir.

Tayîna Garîp dema derkete Dibistana Ortakoyê ya ku 15 kîlomêtro dûrî Gurpinarê ye wê hewleke mezin da ku zarokên qîz jî bixwînin.

Garîp gelek malbatên ku nedixwestin qîzên wan bixwînin qanî kir ku ew zarokên xwe bişînin dibistanê.

Her çiqas tayîna wê derkete Bursayê jî wê têkiliya xwe bi xwendekarên qîz ra qut nekir û her tim rewşa wan pirsî.

Rabîa Kîrazciya malbata wê nehîşt ku ew here dibistanê bi saya qanîkirina mamosteya xwe Sîbel Garîp çû dibistanê û perwerde dît.

Kîrazci piştî salan beşa Dokumantasyona Tibî û Sekreteriyê ya Dibistana Bilind a Tenduristiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê qezenc kir.

Dema mamosta Garîp bihîst ku wê zanîngeh qezenc kiriye pir kefxweş bû, walêzê xwe tije pirtûk kirin û hat Wanê ku wê ziyaret bike.

Garîp û xwendekara wê Kîrazci li zanîngehê hevdu dîtin û pir hestiyar bûn.

- "Rabîa ji bo min xwendekareke ezîz e"

Mamoste Garîp ji nûçegihanê AAyê ra got ew her çiqas ji Wanê here jî têkiliya wê ya bi vê derê ra qut nebûye û wiha dewam kir: "Îsal Rabîayêê zanîngeh qezenc kir. Ew bi kedeke mezin gihîşte van rojan. Ji bo ku ez wê pîroz bikim û wê hembêz bikim divê ez bihatama vir. Divê min ji malbata wê ra spasî bikira. Ji ber wê ez hatim Wanê. Rabîa ji bo min xwendekareke ezîz e. Lewra ew li malên germ ên tê da qalorîfer hene ders naxebitin, hin caran ceyrana wan jî tunebû. Gelek caran di bin roniya mûmê da ders dixebitî. Ji ber wê ew wek berfînê ye, biqedr e. Ez bi wê serfiraz im û divê min ev jê ra bigota. Ji ber wê ez îro hatim li vir."

Garîbê qal kir ku dê û bavan jî hewldanên ji bo ku zarok bixwînin tên dayîn dîtin û wiha axivî:

"Min cara ewil li vir sobe pê xist. Xeyala min a herî mezin ew bû ku Rabîa zanîngehê qezenc bike. Ez bi vê xeyalê hatim Wanê. Rabîa pêşî bû alîkar ku ez xeyala xwe pêk bînim niha jî ber bi xeyala xwe va diçe. Ji niha pê va xeyala wê ye. Roja ewil a peywira xwe ez bi gotina 'Dibe ku ez alîkariya kesekî bikim, bibim sebeba kesekî' hatibûm. Rabîa wê frisendê da min, min bi saya wê ev hest hîs kir. Hêviya min ew e ku ew jî xeyalên kesên din pêk bîne. Înşealah siberojê da bibe jeneke ku mixtacê kesî nabe. Baweriya min ji dil jivê yekê heye."

- "Xwedêkirî di jiyana min da mamosteyeke wiha heye"

Kîrazciyê jî qal kir ku bi hewldanên taybet ên mamosteya xwe xeyala xwe ya zanîngehê pêk anî û wiha axivî: "Toximeke ku 7 sal berê li dilê min hatibû şandin hebû. Di zaroktiya xwe da rasthatina mamosteyeke baş carna dibe mucîze. Ez niha di nav wê mucîzeyê da me. Min hem xeyalên wê hem jî xeyalên xwe bi cî anîn."

Kîrazciyê destnîşan kir ku Mamoste Sîbelê berî her tiştê bawerkirinê hînê wê kir û ev gotin: "Xwedêkirî di jiyana min da mamosteyeke wiha heye. Qet hêsan nebû ku ez zanîngehê qezenc bikim. Çi û çi qewimîn. Lê em îro bo ser ketin. Piştî demek dirêj dema ku min ew li pêşberî xwe dît gelekî kêfxweş bûm. Îro ji bo min rojeke taybet e. Ez dê ji niha pê va ji bo ku feyda min bigihêje mirovan bixebitim. Wekî ku wê alîkariya me ki ez jî dixwazim alîkariya mirovan bikim. Ez xwendekara ewil im ku ji vî gundî zanîngeh qezenc kir lê dê nebim ya dawîn.

Bav Kîrazci jî spasiya mamoste Garîbê kir û ev gotin: "Mamosteya wê herdem bû piştgirê keça min. Bi saya wê zanîngeh qezenc kir. Ez hem bi mamosteya wê hem jî bi keça xwe serbilind im. Ji bo ku ew bixwîne ez dê çi hewce bike bikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın