Tirkiye

Xoya ku li Mûşê tê çêkirin li çar aliyê welêt tê bikaranîn

İbrahim Yaldız   | 15.06.2021
Xoya ku li Mûşê tê çêkirin li çar aliyê welêt tê bikaranîn

Muş

 Li Milazgira navçeya Mûşê xoya ku bi usula berê ji nav ava ji çiya vedikişe tê bidestxistin li çar aliyê welêt di çêkirina penêr, tirşîn û xwarinên din da tê bikaranîn.

Di 2004an da li Aktuzlaya gundê Milazgirê tesîsek hat avakirin û li wir ji ava şor ya ji çiya dizê xoy tê bidestxistin.

Ava şor di hewzan da 4 roj tê parastin ku zîha bibe û xoy jê bê peydakirin.

Piştî ku xoy tê bidestxistin bi motoran dibin dixin depoyê û paşê dişînin bajarên din ku ew di çêkirina penêr, tirşîn û xwarinê da bê bikaranîn.

- "Li Tirkiyeyê 20 cihên xoyê tê çêkirin hene ku ya herî mezin ev e"

Midûrê Tesîsa Aktuzlayê Mehmet Şahîn Yeler ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 17 sal e di vê tesîsê da xoy tê çêkirin û xêra wê digihêje aboriya Tirkiyeyê.

Yeler wiha axivî: "Em her roj 150 hewizê vala dikin. Em rojê 120 ton bi dest dixin û li gor siparişê dişînin her derê. Hewcedariya xoyê ya herêmên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê em peyda dikin. Li Tirkiyeyê 20 cihên xoyê tê çêkirin heye ku ya herî mezin ev e. Me par analîz da kirin. Di xoya me da ji sedî 97 sodyum klorur, ji sedî 2 magnezyum û ji sedî 1 jî elementên din hene. Li vir salê 12 hezar ton xoy dikare bê bidestxistin. Salê 2 milyon lîra xêra me digihêje aboriyê û em dixazin îxracatê jî bikin."

- "Em girîngiyê didin vê derê, em ê xwedî lê derkevin û piştgiriyê bidin"

Serokê Lijneya Rêvebiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Mûşê Erdal Koç jî daxuyand li tesîsê 85 kes dixebitin û xêra vê derê digihêje aboriya Tirkiyeyê.

Koç anî ziman li gor demsalê xoya ku tê bidestxistin jî kêm an jî zêde dibe û wiha dewam kir: "Li herêma Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ev tesîseke girîng e. Di analîzan da hat tesbîtkirin rêjeya sodyum klorurê zêde ye û xwedî taybetmendiya parastinê ye. Ji ber vê ew di çêkirina penêr, tirşîn û xwarinên din da tê bikaranîn. Em girîngiyê didin vê derê, em ê xwedî lê derkevin û piştgiriyê bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın