Tirkiye

Xizmên kesên di êrîşa li Durumluyê da hatin kuştin bertek nîşanî PKKê dan

Ahmet Kaplan  | 11.05.2022 - Rojanekırın : 12.05.2022
Xizmên kesên di êrîşa li Durumluyê da hatin kuştin bertek nîşanî PKKê dan

Diyarbakir

 Li bajaroka Durumluya ser Diyarbekirê 6 sal berê PKKya rêxistina terorê bi qamyona 15 ton teqemenî barkirî va êrîş kir û 16 kes hatin kuştin. Der û kulê xizmên wan kesên hatin kuştin wek roja ewil e û nayê jibîrkirin.

Mensûbên PKKya rêxistina terorî di 12 gulana sala 2016an da kamyona 15 ton teqemenî barkirî li bajarokê Durumluya ser Sûrê înfilaq kirin. Di êrîşê da 16 kesan can da û 23 kes jî birîndar bûbûn û ji ber wê êrîşê 36 zarok êtîm û 8 jin jî bî man. Xizmên wan kesên di êrîşê da hatin kuştin bertek nîşanî terorê dan.

Aynur Yaman a di êrîşê da mêrê wê û hin xizmên wê hatin kuştin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êvara bûyerê dengê teqînê bihîstin û wê têlefonî mêrê xwe kir û xwe negihandê.

Yamanê destnîşan kir ku piştî mêrê wê hat kuştin 7 ewladên wê sêwî man û sebiyê wê yê herî biçûk di wê demê da di qematikê da bû û wiha domand: "Cil û bergên ji mêrê min man, min belav kir lê çend tişt min hişt. Wekî ku wê rojekê vegere min ew helandin. Ez hersal wan dişom û utî dikim û radikim.

- "Piştî bûyerê em bi tena serê xwe neman"

Yamanê ragihand ku dema mêrê wê li heyatê bû rewşa wan a aborî zêde baş nebû lê ew kêfxweş bûn û wiha pê da çû: "Mêrê min li malê bi kêf û coş bi zarokên xwe ra eleqedar dibû. Di roja bavan da û eydiyan da zarokên min xemgîn in. Piştî bûyerê em bi tena serê xwe neman. Tiştê ku dewletê ji me ra kir dê û bavê me nekirin. Hersal di 12ê Gulanê da êş û kesra me zêdetir dibe. Xwedê heqê me û zarokên me nehêle. Qaşo kesên dibêjin miletê Kurd diparêzin tên û me dikujin. Em heqê xwe li wan helal nakin."

- "Ez bûm wek dara hişkbûyî"

Nesîbe Yaman a ku di êrîşê da du kurên wê hatin kuştin got ku ji cesedê kesên candan wesleyek nema û wha pê da çû: "Mîna ku bûyer duh qewimîbe û êş û kesera me wek roja ewil e. Min nizanibû ku wê ewladên min li ber bayê bibin wekî tozê. Tu car wê êşa wan ji nav dilê min dernekeve. Heta mirinê wê bi min ra be. Ji malbata min 10 kes hatin kuştin. Heke Xwedê sebrê neda ez niha dîn û har bûbûm. Ji giriyan êdî hêstir ji çavên min da nayên xwarê û ez bûm wekî dareke hişkbûyî. Çawa wan ewladê me perçe kirin bila ew jî perçe perçe bibin. Qet nebe goreke zarokên min heye bila ya wan gor jî tunebe. Xwedê li herdu dinyê jî heqê me nehêlê."

- "Berdevkê min dewleta min, alaya min û artêşa min e"

Haci Çelebî Yamanê ku di êrîşê da 2 bira, apek û hin xizmên wî hatin kuştin jî got ku PKKya rêxistina terorê heta li dijî sivîlan gelek êrîş li dar xistiye û wiha pê da çû: "Kesên vê dikin jî xwe bi navê 'Kurd' didin nasandin û derbeya herî mezin jî ew li miletê Kurd dixin. Talankêrên wiha wê berdevkiya min bikin. Berdevkê min dewleta min, alaya min û artêşa min e. Bila tu kes ji ser miletê Kurd siyasetê neke. Êş û kesera kesên di êrîşê da can dane wek roja ewil di nav dilê me da ne. Ne 6 sal ji serê 600 sal jî derbas bibe em vê bûyerê ji bîr nakin."

Yaman got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ew bi tenê nehiştin.

- "Ev êş di nav dilê me da ye"

Hasan Yamanê di êrîşê da bav û du birayên wî hatin kuştin jî diyar kir ku li gundê wan tu tişt mîna berê nîne û wiha dewam kir: "Li gundê me hizûr nema. Mirovên li gund êdî nabişirin. Ev êş di nav dil me hemûyan da cî digire.

- Terorîstê PKKyî yê kiryarê êrîşê hatibû berterefkirin

Terorîstên PKKyî li Gênca navçeya Bîngolê kamyonek xesb kiribûn, 15 ton teqemenî lê bar kiribûn û di şeva 12 gulana sala 2016an da kamyonê anîbûn navçeya Yenîşehirê taxa Tanişikê.

Li vê derê gundî ji rewşê aciz dibin û ji şofêrê dikevin şikê, li ser vê jî dibezin hev. Ji ber ku welatiyên li wir naxwazin kamyon li gundê wan bimîne, terorîst berê qamyonê didin ser mezraya Durumliyê. Terorîstên ferq kiribûn ku gundî wan dişopînin li devê gund wesaîta teqemenî barkirî teqandibûn û ji ber teqînê 16 kes hatibûn kuştin û 23 kes birîndar bûbûn.

Hatibû gotin ku terorîstê PKKyî Îzzet Yîgîtê kiryarê bûyerê ku di kategoriya porteqalî da cî digirt di 11ê Hezîrana 2020î da hat berterefkirin.

- Pêvajoya dozê

Li Burhan Taşê piştî bûyerê ji ber pêşîkêşiya êrîşê kiriye hatibû girtin ji ber sûcê "Xerakirina yekîtî û yekbûna dewlet û welêt", ji ber ku di bûyerê da 16 kes hatin kuştin ji ber sûcê "Bi qestî kuştin" cezayê hepsa muebed ya 17 caran girankirî û ji ber sûcê "Bêyî destûr peydakirina madeyên bitalûke yan jî destguherandina madeyên bitalûke" 11 sal û 8 meh û 20 roj cezayê hepsê hat birîn.

Di biryara bihincet a dadgehê da hat gotin ku Taş ji bo keşfê roja bûyerê çûye şîneke li gund.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın