Tirkiye

Xebatên tesbîtkirina qada ku Şerê Milazgirê lê hat kirin didomin

İbrahim Yaldız   | 23.06.2022
Xebatên tesbîtkirina qada ku Şerê Milazgirê lê hat kirin didomin

Muş

Li Milazgira navçeya Mûşê ya ku Sultan Alparslan bi serkeftina bi dest xist va deriyên Anadoluyê ji bo Tirkan vekir, 30 akademîsyenên ji 10 zanîngehan hewl didin, qada ku Şerê Milazgirê yê di 1071ê da lê hat kirin tesbît bikin.

Xebatên vekolanê yên di çarçoveya projeya "Tesbîtkirina Qada Şerê Milazgirê, Lêkolîna Rûber ya Dîrokî û Arkeolojîk" da ya ku Wezareta Çand û Turîzmê piştgiriyê didê û her wiha bi hevkariya Midûriyeta Giştî ya Heyînên Çandî û Muzeyan, Midûriyeta Muzeya Xelatê, Zanîngeha Muş Alparslanê û Zanîngeha Mugla Sitki Koçmanê di sala 2020î da hat destpêkirin, berdewam in.

Akademîsyenên pispor li Taxa Afşînê ya 7 kîlometre dûrî navçeyê, li qada ku tê texmînkirin merzelên komî hene, bi ekîpman û cihazên teknîkî va xebata jeofîzîkê kirin.

Ekîba kolanê ya ku bi xebatên berê va merzel, tîr, sertîr û alavên cuda yên şer derxistibûn holê, bi xebatên sala sêyemîn a dixwazin delîlên ku dê dîroka bajêr ronî bikin, bi dest bixin.

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Mugla Sitki Koçman Prof. Dr. Adnan Çevik ku şêwirmendiya zanistî ya vekolanê dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan li Taxa Afşînê xebatên vekolanê yên îsal dan destpêkirin.

Çevik bal kişand ku ew bi daxwaz û piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê ji bo tesbîtkirina qada Şerê Milazgirê, 3 sal e li herêmê xebatê dimeşînin û wiha dewam kir:

"Em li herêmê digel 30 akademîsyenî xebatê dikin. Em li vir arkeolojiya qada şer dikin. Li vir merzelên em texmîn dikin yên Misilmanan in hene. Par di xebatên me yên rûyê erdê da me gelek merzel tesbît kirin. Ji xeynî vê nimûneya hestiyekî ku me ji merzelekî ku bi qaçaxî hatibû kolan wergirtibû, di encama analîza Karbon-14 da dîroka sedsala 11emîn da. Li vir hem gelek merzel hene û hem jî li gorî xuyanê mîna ku bi komî hatine çalkirin, lewma em gihîştin wê encamê ku divê em li vir bixebitin."

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîroka Hunerê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê Doç. Dr. Yunus Levent Ekinci jî diyar kir ku wan li qada merzelan rêbaza tomografiya ceyranê (jeofîzîk) bi kar anî û wiha dewam kir, "Armanca me ya ji vê rêbazê ew e ku merzel û avahiyên ku li ser rûyê erdê naxuyên tesbît bikin. Em hêvî dikin ku em ê bi vê rêbazê va merzelên ku ji ser erdê va naxuyên tesbît bikin. Bi vê cihazê va meriv dikare ji 130 metre kûrahiya erdê agahiyan bi dest bixe."

​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın