Tirkiye

Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina nûçegihanê AAyê dewam dikin

Xebatên lêgerîna peyamnêrê AAyê Abdulkadir Nişanci ku totî kendal bû, di roja 6emîn da dewam dikin

Önder Beyter   | 15.05.2019
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina nûçegihanê AAyê dewam dikin

Bayburt

Abdulkadir Nişanciyê nûçegihanê AAyê yê Bayburtê dema ku li ser Çiyayê Soganliyê yê navbera Bayburt û Trabzonê xebatên vekirina rê dişopand, li Çivên Derebaşiyê berfa bin lingê wî şiqitî û di zagê da ket. Xebatên lêgerîna Nîşanci dewam dikin.

Ekîbên AFAD û UMKEyê yên Bayburt, Erzirom û Trabzonê, AKUTa Trabzonê, ekîbên noqav ên Midûriya Emniyeta Rîzeyê, tîmên Legerîn û Xelaskirinê yê Cendirmeyên Fermandariya Cendirmeya Erzirom û Rîzeyê, tîmên lêgerîn û xelaskirina binê avê û tîmên lêgerîn û xelaskirinê yên serê çiyê yên Fermandariya Asayîşa Taybet a Cendirmeyê, di sibeha roja 6emîn da xebatan didomînin.

Xebat ji aliyê Trabzon û Bayburtê va di nav kordînasyonê da tên kirin.

Tîmên lêgerîn û xelaskirina binê avê yên Fermandariya Asayîşa Taybet a Cendirmeyê û noqav, di robara binê newala teng da li Nişanci digerin. Ekîb wê îro li deverên ku kifş kirine, têkevin robarê û heta êvarê bixebitin.

Ji aliyekî din va di kordînasyona Walîtiya Bayburtê da bi destê ekîbên ÎSKÎ, Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, midûriyên Herêma 22yemîn a DSÎyê û Herêma 12emîn a Rêbejayê ji bo kêmkirina leza ava robarê xebat tên meşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın