Tirkiye

WPNyê ragihand, balafireke din a alîkariyê jî tê plankirin ku ji Îranê ra were şandin

Yıldız Nevin Gündoğmuş  | 31.07.2022 - Rojanekırın : 01.08.2022
WPNyê ragihand, balafireke din a alîkariyê jî tê plankirin ku ji Îranê ra were şandin

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, piştî rabûna lehiyê ji bo alîkariyê tê plankirin ku ji Îranê ra seba pêdiviyan balafireke din jî were şandin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê hat dayîn da hat gotin ku li Îranê ji ber bobelata lehiyê pêdivî bi çadir û betaniyan heye, seba ji herêmê ra ev pêdivî werin şandin balafireke neqliyeyê ya Hêzên Esmanî ji Balafirgeha Etîmesgutê ya Enqereyê rabû û wiha hat gotin, "Hat plankirin ku balafireke din jî ber bi herêmê rê bikeve."

Wêneyên balafira ku alavên alîkariyê lê hatibûn barkirin jî bi daxuyaniyê ra hatin parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.