Tirkiye

WPN: Li herêma herekata Pence Yildirimê eskerek şehîd bû, eskerek jî birîndar bû

Aykut Karadağ  | 26.10.2021 - Rojanekırın : 26.10.2021
WPN: Li herêma herekata Pence Yildirimê eskerek şehîd bû, eskerek jî birîndar bû

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li herêma herekata Pence Yildirimê bi teqîna teqemeniyeke destçêkirî, eskerek şehîd bû û eskerek jî birîndar bû.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat diyarkirin, li herêma herekata Pence Yildirimê bi teqîna teqemeniyeke destçêkirî ya ji hêla terorîstan çalkirî, eskerek şehîd bû û eskerek jî birîndar bû. Hat destîşankirin, eskerê birîndar destxwera bo nexweşxaneyê hat sewqkirin û tedawiya wî dest pê kir.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike, serxweşî û sebrê bide malbat û xizmên wî, Hêzên Çekdarên Tirk û her wiha gelê me. Her wisa Xwedê şifayê bide hevalê me yê çekê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın