Tirkiye

WPN: "Di êrîşa terorîstan bi wesayîta bombebarkirî kirin da tiştek bi kesî nehat"

14.07.2020 - Rojanekırın : 14.07.2020
WPN: "Di êrîşa terorîstan bi wesayîta bombebarkirî kirin da tiştek bi kesî nehat"

Ankara

 Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku di dema Çalakiya Dewriyeya Hevpar a TR-RFyê da terorîstan li guzergehê bi wesayîta bombebarkirî êrîş kir û di êrîşê da kesek nemir.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku terorîstên hewl didin xebatên pêkanîna ewlehî û îstiqrara Îdlibê xirab bikin di dema Çalakiya Dewriyeya Hevpar a TR-RFyê da bi wesayîta bombebarkirî êrîş kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê da 2 wesayîtên wezifedar hinekî zirar dîtin, tiştek bi tu kesî nehat.

Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo xebatên dewriyeya bi hev ra tê kirin ya di çarçoveya Mitebeqata TR-RFyê da hemû tevdîr hatin hildan û dewriyeyê bi biryardarî dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın