Yusuf Soykan Bal
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, der barê Pergalên Parastina Qada Esmanî û Fuzeyên Menzîldirêj ên S-400î da xebat piralî dewam dikin.
Wezaretê li HAVELSANê civîna agahdarkirina çapemeniyê ya heftane li dar xist û piştî civînê li ser pirsên mensûbên çapemeniyê daxuyanî da.
Wezaretê ji bo Pergalên Parastina Qada Esmanî û Fuzeyên Menzîldirêj ên S-400î wiha got, "Der barê Pergalên Parastina Qada Esmanî û Fuzeyên Menzîldirêj ên S-400î da xebat piralî dewam dikin. Dema ku geşedanên berbiçav çêbûn, wê ji raya giştî ra werin parvekirin."