Tirkiye

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak "Emê destberdariya disiplîna malî nekin"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak peyama "Em ê ji disîplîna malî tawîzê nedin, emê pêşiniyê bidin reformên binyadî" da veberhênerên biyanî.

Elif Orhan  | 16.08.2018 - Rojanekırın : 16.08.2018
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak "Emê destberdariya disiplîna malî nekin"

Ankara

ANKARA

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak peyama "Em ê ji disîplîna malî tawîzê nedin, emê pêşiniyê bidin reformên binyadî" da veberhênerên biyanî.

Wezîr Albayrak got, "Em ê bi tevdîrên îhtiyatî yên makro yên nû, polîtîkayên makro û malî pêşketineke berdewam bi dest bixin."

Albayrak herwiha got, "Bi IMFê re tu hevdîtinên me tune ne. Em ê ji niha pê ve jî fonên xwe yên pereyên biyanî ji piyaseyên navneteweyî pêk bînin. Em berî her tiştî girîngî didin daxistina enflasyonê. Em dixwazin ku di demek herî nêz de enflasyonên daxin yek xaneyê."

Albayrak wiha pê de çû: "Me hay ji guherîn û dijwariyên ku di pêvajoya borî de qewimîn heye. Em ê bi pêngavên ku dê biavêjin zûtir ji vê pêvajoyê derkevin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın