Tirkiye

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: Projeya Dîwarê Ewlehiyê ya li ser sînorê Agirî-Îranê ku ji 81 kîlometreyî pêk tê qediya

Abdullah Tel  | 04.12.2020 - Rojanekırın : 05.12.2020
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: Projeya Dîwarê Ewlehiyê ya li ser sînorê Agirî-Îranê ku ji 81 kîlometreyî pêk tê qediya

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku dîwarê ewlehiyê yê li ser sînorê Agirî-Îranê ku ji 81 kîlometreyî pêk tê, temam bû.

Soylu ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam da û got: "Şikir, Projeya Dîwarê Ewlehiyê ya li ser sînorê Agirî-Îranê ku ji 81 kîlometreyî pêk tê qediya"

Wezîr Soylu wêneyên projeya ku temam bûn jî parve kir û di peyama xwe da wiha nivîsî:

"Di çarçoveya Pargalên Ewlehiya Fizîkî ya Sînor da ku ji alî Wezareta me va tê birêvabirin ew dîwarê ewlehiyê yê li ser sînorê Agirî-Îranê ku ji 81 kîlometreyî pêk tê îro qediya. Digel şert û mercên erdnîgarî yên zehmet ev proje di nav 2 salan da hat vê merheleyê."

Wezîr Soylu ji Walîtiya Agiriyê, TOKI, saziya dîwar lê kir, xebatkarên di çêkirina dîwar da xebitîn, endezyar û hêzên ewlehiyê yên gef lê xwarinên rêxistina terorê berteref kirin jî di nav da ji hemû kesên di projeyê da xwedî kedê ne ra spas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.