Tirkiye

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Dijî Tirkiye û KTQByê êrîş çêbe em ê hesab bipirsin"

Nazlı Yüzbaşıoğlu, Emre Karaca  | 20.01.2022 - Rojanekırın : 21.01.2022
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Dijî Tirkiye û KTQByê êrîş çêbe em ê hesab bipirsin"

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji ber ku Rêvebiriya Rûman ya Qibrîsa Başûr destûra vekirina ofîsê daye PKK/PYDya rêxistina terorê wiha got, "Heger dijî Tirkiye û KTQByê êrîş çêbe em ê hesab bipirsin. Bira bi agir nelîzin."

Çavuşoglu bi Wezîra Karên Derva ya Estonyayê Eva-Marîa Lîîmetsê ra li Wezareta Karên Derva daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa ku Rêvebiriya Rûman ya Qibrîsa Başûr (RRQB) destûra vekirina ofîsê daye PKK/PYDya rêxistina terorê diyar kir heger dijî Tirkiyeyê û Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur (KTQB) êrîş çêbe wê hesab bipirsin û wiha got, "Heger sibê dijî Tirkiyeyê yan jî dijî Tirkên li Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur êrîş çêbin em ê hesab bibirsin. Wê ev berdêl û hesab jî giran be. Loma jî bira bi agir nelîzin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.