Tirkiye

Wezîrê Edaletê Gul: Li girtîgehan hevdîtinên di ciyên girtî da wê di 1ê Hezîranê da dest pê bikin

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir li girtîgehan hevdîtinên di ciyên girtî da ku ji ber tewdîrên şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hatibûn sekinandin wê di 1ê Hezîranê da dest pê bikin.

Abdullah Tel  | 29.05.2020 - Rojanekırın : 30.05.2020
Wezîrê Edaletê Gul: Li girtîgehan hevdîtinên di ciyên girtî da wê di 1ê Hezîranê da dest pê bikin

Ankara

 Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir li girtîgehan hevdîtinên di ciyên girtî da ku ji ber tewdîrên şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hatibûn sekinandin wê di 1ê Hezîranê da dest pê bikin.

Wezîrê Gul mizgînî da kesên xizmên wan di girtîgehan da ne û destnîşan kir ku hevdîtinên di ciyên girtî da wê ji 1ê Hezîranê pê va dest pê bikin.

Di mijara tewdîrên li hemberî Kovîd-19ê bên girtin da Gul bi vîdeo konferansê beşdarî civîna kordînasyonê bû û daxuyanî da û qala tevdîrên wê di heyama asayîbûnê da bên hildan, kir.

Gul got ku di eywanên dadgehan da û cihên doz lê tên kirin da wê mesafe bê parastin û wiha pê da çû: "Li edliyeyan wê kelekela canê însanan bê pîvandin û kesên kelekela canê wan ji 38 pileyî zêde bin bişînin saziyên tenduristiyê.

Kesên tên edliyeyê û hejmara kesên hildin salonên dozan wê li gor rêgezên mesafeya fizîkî bên hilbijartin."

Di axaftina xwe da Gul destnîşan kir ku hemû tewdîrên ji bo girtîgehan hatibûn hildan wê dewam bikin û wiha pê da çû: "Em ê hemû tevdîrên berê ji bona girtîgehan hatibûn hildan bi baldarî cardin berdewam bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.