Tirkiye

Wezîrê Bazirganiyê Muş li Hewlêrê bi Serokê HKIyê Barzanî ra hevdîtin kir

Bekir Aydoğan  | 26.09.2021 - Rojanekırın : 28.09.2021
Wezîrê Bazirganiyê Muş li Hewlêrê bi Serokê HKIyê Barzanî ra hevdîtin kir

Arbil

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş piştî ziyareta xwe ya li Bexdaya paytextê Iraqê, li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir.

Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Alî Riza Guney û Wezîrê Berpirsê Rêxistinên Nîjad û Dînê yên li HKIyê û Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Aydin Merûf jî beşdarî hevdîtina Mûş û Barzanî bû.

Weîrê Bazirganiyê Muş di çarçoveya ziyareta xwe ya li Hewlêrê da wê bi Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî ra jî hevdîtinê bike.

Muş ji bo ziyaretadu rijan hat Iraqê û duh li paytext Bexdayê bi Wezîrê Gîhandinê yê Iraqê Nasir el-Şîblî ra hevdîtin kiribû.

Muş di 18ê tebaxê da Bexda ziyaret kiribû û di çarçoveya ziyareta xwe da bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî, bi hevkarê xwe Ala el-Cuburî û bi Wezîrê Gîhandinê Nasir el-Şîblî ra hevdîtin kiribû.

-Wezîrê Bazirganiyê Muş li Hewlêrê bi karsazan ra rûnişt

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş piştî ziyareta xwe ya li Bexdaya paytextê Iraqê, li Hewlêrê beşdarî civîna nirxandinê ya karsazên Tirk û Iraqî bû.

Civîn di otêleke Hewlêrê da hat kirin û Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Alî Riza Guney, Serkonsolosê Hêwlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay û gelek karsazên Tirk û Iraqî beşdarî civînê bûn.

Karsaz di civînê da axivîn û li ser xurtkirina têkiliyên bazirganî û aborî yên navbera her du welatan û ser çareserkirina pirsgirêkên ku fîrmayên Tirkiyeyê li Iraqê rast tên, sekinîn.

Wezîrê Bazirganiyê Muş ku di çarçoveya ziyareta xwe ya li Hewlêrê da bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kiribû wê bi Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî ra jî hevdîtinê bike.

Muş ji bo ziyareta du rojan hat Iraqê û duh li paytext Bexdayê bi Wezîrê Gîhandinê yê Iraqê Nasir el-Şîblî ra hevdîtin kiribû.

Muş di 18ê tebaxê da Bexda ziyaret kiribû û di çarçoveya ziyareta xwe da bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî, bi hevkarê xwe Ala el-Cuburî û bi Wezîrê Gîhandinê Nasir el-Şîblî ra hevdîtin kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın